'Komxebata Perwerdehiya Rêveberiyên Herêmî ya Demokratîk a HDP'ê' dest pê kir

  • jin
  • 13:42 4 Tîrmeh 2019
  • |
img

WAN –  Komxebata Perwerdehiya Rêveberiyên herêmî ya Demokratîk a HDP'ê li Wanê dest pê kir. Di komxebatê de Berdevka Meclisa Jinan a HDP'ê Dîlan Dirayet Taşdemîr, diyar kir ku rêvberiyên herêmî qada siyaseta ku hemû nasnameyan di nava xwe de diparêze û demokrasiya radikal esas digire ye. Taşdemîr xwest jin ji vê rêveberiya herêmî re pêşengiyê bikin û dem dema jinê ye. 

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Wanê dest bi Komxebata Perwerdehiya Rêbeberiyên Herêmî ya Demokratîk, kir. Bernameya perwerdehiya komxebatê wê heta 7'ê Tîrmehê bidome. Komxebatê bi beşa Perwerdehiya Jinan dest pê kir. Di komxebatê de Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Dîlan Dirayet Taşdemir û hevşaredarên jin amade bûn. Komxebat li otelek li Wanê pêk hat. Hevşaredara Wanê Bedîa Ozgokçe Ertan, diyar kir ku ji ber malovaniya bernameyek wisa dike pir kêfxweş û serbilind in. Bedîa Ozgokçe Ertan anî ziman ku çiqas jin bên cem hev û bi hevre têbikoşin wê bibin heviya jinên bindest û rastî tundiyê tên." 
 
DI PERGALA HEVSEROKATIYE DE KEDA HEZARAN JINAN HEYE
 
Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Dîlan Dirayet Taşdemir jî anî ziman ku ji sala 1999'an heta niha 20 salin şaredariyan bi rêve dibin û 20 sal cerebeyên wan ên rêveberiyên herêmî hene. Taşdemîr, anî ziman ku vîna ku Kurd xwe bi rêve bibin û têkoşîna azadiya jinê rolek pir girîng da ser xwe. Taşdemîr, da zanîn ku di sala 1999’an de bi 4 Şaredarên Jin dest bi rêveberiyên herêmî kir û di sala 2014'an de bi 102 Hevşaredarên Jin pergala Hevşaredariyê xistin meriyetê û wiha got: "Di vê pergala hevserokatiyê de keda hezaran jin heye. Cerebe û keda tevgera jina Kurd, tevgera jinên cîhanê û jinên femînîst heye. Pergala hevserokatiyê di heman demê de di dîroka têkoşîna jinê de destkeftiyek girîn e."
 
QEYÛM BERHEMÊ HIŞÊ KOLONYALÎST E
 
Taşdemir, heri dawî destnîşan kir ku li hemû qadên ku pergala jinê ket meriyetê qeyûm tayîn kirin û wiha got: "Cihê ku qeyûm tayîn kirin encama aqilê kolonyalist e. Qeyûman butçeya şaredariyê li gorî berjewendiyên xwe xist meriyetê. Îktîdara AKP'ê li dijî perspektifên azadiya jinê şer îlan kir. Herî zêde jin û zarokan bedela vê yekê da. Pergala Hevserokatiyê kirin hedef. Jinên pêşeng kirin hedef. Em jin, wekî nûnerên gel, emê siyaseta demokratîk ango reya seyemîn pêş bixin. Ev qada, qada rêveberiyên herêmî ye. Emê herî zêde li herêmê bi rêxistin bikin û vê siyaseta azadiyê ava bikin. 
 
'EZÊ ÇOPÊ KOM BIKIM JI BO FERASETA HERÊMÎ PIR GIRÎNG E' 
 
Taşdemir, bal kişand ser gotina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a di hevditina parêzeran de got "Brêz Ocalan di hevditina parêzeran de got 'Ger ku ez bim ezê li kolanan çopê kom bikim. Ezê xizmeta gel bikim.' Ev ji bo siyaseta rêvberiyên herêmî pir girîn e. Ev perspektif tam berhemê paradîgmaya demokratik, ekolojik û azadiya jinê ye. Rêveberiya herêmî hemû nasnameyên herêmî bi awayekî wekhev û adîl hembêz dike û temsîl dike. Demokrasiya radikal li ser xwe ferz dike. Divê jin pêşengiya vê yekê blike. Ev erka me ya dîrokî ye. Ji ber ku dem dema jinê ye." 
Piştî axaftina Taşdemîr, komxebatê bi awayekî ji çapebeniyê re girtî berdewam kir.