Li bersûcê ku li hevjîna xwe xist tenê hezar û 500 lîre ceza birîn

  • jin
  • 09:08 4 Tîrmeh 2019
  • |
img

ÎZMÎR - Goksal Saglam, wexta ji girtîgehê derketibû Habîbe Çevîk ku hevjîna wî bû û dev ji hevdu berdabûn û xwişka wê Fatma Akdagê kuştibû. Derket holê ku dadgehê ji ber şidet pêk aniye hezar û 500 lîre cezayê pereyî li Saglam biriye. 

Li navçeya Çîgîl a Îzmîrê Goksal Saglam (47) ku bidestûr ji Girtîgeha Vekirî ya Menemenê derket, di 19'ê Hezîranê de Habîbe Çevîk (42) ku hevjîna wî bû û dev ji hevdu berdabûn û xwişka wê Fatma Akdag (39) kuşt. Ji bo lêpirsîn bi awayekî berfireh pêk bê parêzera malbata Çevîk û Akdagê Şenay Tavûz serlêdan pêk anî. 
 
Tavûz, bal kişand ser pêvajoya berî cinayetê û got: "Saglam kesekî araqxwir, betal û qubarbaz bûye. Zarokan dike behanê û naxwaze dev ji Habîbeyê berde. Habîbe û malbata wê li Çîgîlê di maleke du qatî de dijîn. Berî devjihevberdanê her cara ku Habîbe dixwaaze dev jê berde hem gefan lê hem jî li malbata wê dixwe. Qet ji dora malê naçe û her kesî nerihet dike. Her wiha li kargeha ku Habîbe lê dixebite jî tim Habîbeyê nerihet dike. Habîbe jî ji bo ev yek kêm bibe û malbat nerihet nebe ji bo hêwirandinê serî li cihên eleqedar dide. Habîbe, ji bo zirar negihê malbat wê di sal û nîveke dawî de tim doza tevdîrgirtinê dike û malên hêwirandinê dijî." 
 
‘SERÎ LI HER RÊYÊ DA' 
 
Tavûz, diyar kir ku Habîne Çevîk li Îzmîrê serî li çend malên hêwirandinê daye, lê belê Goksal Saglam mala hêwirandinê ya Habîbe lê dimîne dibîne û li wir jî wê nerihet dike. Tavûz, destnîşan kir ku muwekîla wê ji bo Saglam negihêjê tim serî li navendên şopandin û tevdîrgirtina ji bo şidetê dide û xwestiye der barê wê de biryara nepen bê girtin. Tavûz, bilêv kir ku piştî vê hemû agahiyên der barê Çevîkê de tên veşartin û got: "Habîbe, diçe li mala hêwirandinê ya Denîzliyê bi cih dibe. Kiryar Saglam jî ji ber vê demeke dirêj xwe nagihînê. Lê belê Çevîk piştî sal û nîveke hêwirandinê ji bo perwerdehiyê zarokên xwe dibe cem malbata xwe. A rast ev jî pirsgirêkek e. Jinik ji bo ewlehiya xwe diçe malên hêwirandinê yên cuda û ji ber vê tim cihê perwerdehiyê yên zarokan jî diguhere û zarok mexdûr dibin. Ji ber vê êdî hem Habîbe hem jî zarokên wê hew îdare dikin û diçin li cem dapîra xwe bicih dibin." 
 
‘HEZAR Û 500 LÎRE CEZA LÊ HAT BIRÎN' 
 
Tavûz, bilêv kir ku Çevîkê gelek caran giliyê hevjînê xwe yê berê kiriye, lê belê carinan ji bo zarokên xwe û carinan jî ji ber zext û zoriyên hevjînê xwe dev ji gilîkirinê berdaye û got: "Di şerê dawî de pozê Habîbeyê dişikîne û cezayê pereyî lê tê birîn. lê belê ji ber cezayê xwe nade tê girtin. Ji ber derbkirinê cezayê li Saglam tê birîn dadgeh vediguherîne cezayê pereyî. Cezayê wî hezar û 500 lîre bûye. Ji ber ev ceza nedaye 75 roj cezayê girtîgehê lê tê birîn û wî dixin Girtîgeha Vekirî ya Menemenê. Saglam bi ser Habîbeyê de diçe ku vî pereyî bide." 
 
NEHATIYE PARASTIN
 
Tavûz, bilêv kir ku ew nizane dema Çevîk ji mala hêwirgehê ya Denîzliyê derketiye doza parastinê kiriye, lê ji ber zanibûye Saglamd i girtîgehê de ye tu şik û gumanên wê çênebûne û got: "6 mehan tê veşartin, ev bixwe pirsgirêk e. Kesên der barê wan de biryara nepeniyê bê girtin dikarin sûdê ji xizmetên tenduristiyê bigirin, lê belê di vî warî de Habîbe bi pirsgirêkan re rû bi rû dimîne. Habîbe, ji ber ewraqên dibistanê li ser pergalê temam nekiriye diçe cem keya. Bi vî awayî bêparastin maye. Ji ber vê Saglam jî hîn dibe ku Habîbe çûye cem malbata xwe." 
 
Her wiha Tavûz bilêv kir ku Girtîgeha Menemenê 7 roj destûr daye Saglam û got: "7 roj destûreke taybet dane kesekî cezayê wî 75 roj in. Di belgeya Saglam de bêyî hincet bê nivîsandin tenê hatiye gotin 'destûra taybet.' Destûr di 13'ê Hezîranê de girtiye. Her wiha di belgeya wî ya destûrê de navnîşana Habîbeyê hatiye nivîsandin. Îdareya girtîgehê ji dêvla ku li dosyeya Saglam binere ku dosyeyeke qalind e, tenê li dosyeya wî ya dawî neriye û dosyeya wî wekî sûcekî sivik esas girtiye. Ji bo rê li ber evan tiştan bê girtin divê dosyeyên dozên şidetê bia wayekî yekpare esas bên girtin. Divê di qanûnê de bê diyarkirin ku kesên ji ber evan tiştan ceza xwarine dema ji bo wan destûr bê dayîn, divê hayê mexdûran jê hebe. Li vira qisûreke mezin heye û em ê ji bo vê serlêdanê pêk bînin." 
 
Tavûz bal kişand ser Peymana Stenbolê û xwest hin hikmên i Qanûna Înfazê ya Cezayî de ku ne li gor vê peymanê ne bên guherandin û ew ê li dijî pêkanînên bi vî rengî bitêkoşin.