Meclisa Jinên Ciwan a HDP'ê dê gelek çalakî li dar bixe

  • jin
  • 12:11 30 Hezîran 2019
  • |
img
AMED - Endama Meclisa Jinên Ciwan a HDP'ê îlknûr Şaybak ku ji bo rawestandina tacîz, tecawiz û tundiyê xebatan dimeşîne diyar kir ku dixwazin hemû jinan li dijî zihniyeta zilam bi rêxistin bikin. 
 
Li Tirkiyeyê tacîz, tecawiz û tundiya li dijî jinan derketiya asta herî jor. Meclisa Jinên Ciwan a HDP'ê di 13'ê Tirmehê de ji bo li dijî tacîz, tecawiz û tundiyê rêxistibûyîna xwe pêk bîne, bi dûrişmeya 'Li dijî polîtîkayên çilvirandin û pişaftinê em hemû jinan li geştê digihînin hev' bi jinên ciwan re li Devegeçîdiyê bernameyeke geştê li dar bixe. Di çarçoveya bernameyê de dê turnûva fûtbolê ku jin jî di nav de cih bigirin li dar bixe. Beriya vê bernameyê di 7'ê Tîrmehê de li Park Ormanê jî dê bi dûrişmeya 'Ne tiryak be azad be' bernameyek bê lidarxistin. Li aliyê din jin li atolyeyên "Zayendiya Civakî" jî xebatên xwe dimeşînin.
 
Endama Meclisa Jinên Ciwan a HDP'ê îlknûr Şaybak têkildarî mijarê axivî û diyar kir ku armanca ew e ku li her qadê rêxistibûyîna jinê pêk bînin û wiha got: "Dewlet bi polîtîkaya xwe bêcezakirinê rê li pêşiya tacîz, tecawiz û tundiyê vekiriye. Cezayên daxistî yên weke xelat dide kesên tacîzkar û tecawizkar an jî qet ceza nade wan. Heta niha dewletê ceza li kîjan tacîzkar û tecawizkaran biriye. Lê em ê li dijî vê tacîz, tecawiz û tundiyê bê deng nemînin. Li dijî vê yekê dê rêxistinbûyîna çibibe." 
 
'ATOLYEYA ME YA ZAYENDIYA CIVAKÎ HEYE'
 
Şaybak da zanîn ku dixwazin xwe bigihînin hemû jinên ciwan û ev tişt anî ziman: "Em dixwazin hemû jinan li dijî zihmeta zilam bi rêxistin bikin. turnûvoya me fûtbolê heye. Em niha serlêdanan digirin. Em ê jinên li kuçe, mal û kargehan di vê turnûvayê de bigihînin hev. Divê jin li kuçe û holên şîn bi awayekî azad bigerin. Atolyeyên me yên zayendiya civakî hene. Em li van atolyaye tevdirên li hemberî tacîz, tecawiz û tundiyê nîqaş dikin.  
 
'DÊ XEBATÊN ME DIDOMIN' 
 
Şaybak anî ziman ku dê li her qadê dengê xwe bilind bikin û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: "Em ê bi Tevgera Jinên Azad, Platforma Jinan a Dîcleyê û Komeleya Jinan a Rosayê re karên hevpar bikin. Dema mijar dibe têkoşîna jinan dewlet serî li her cûre astengiyan dide. Bi polîtîkayên hiqûqî tê xwestin ku jinan bikin malan. Lewre jin dema tiştekî bike tişta herî baş dike û bi kesên pêwîst re têkoşîn dide. Heke em dengê xwe nekin em ê nikaribin pêşiya komkujiyan bigirin û bidine rawestandin. Dê di vê çarçoveyê de xebatên me berdewam bikin." 
 
MA / Ruken Demir