TJA Zeynep Kinaci bi bîr anî

  • jin
  • 13:46 29 Hezîran 2019
  • |
img

AMED - TJA'yê Zeynep Kinaci (Zilan bi bîr anî û got: "Ew remz û kesayeta eşqa azadiyê ya serî netewan diye. Kinaci afirînera serdema nû û rêya dîroka berxwedanê guherandiye." 

 
Tevgera Jinên Azad (TJA), daxuyaniyek nivîskî derbarê Zeynep Kinaci (Zîlan) a di 30'ê Hezîrana 1996'an de li Dersimê çalakiya fedaî pêk anî û jiyana xwe ji dest da, weşand. 
 
Di daxuyaniya TJA de wiha hat gotin: "'Zîlan a ku têkoşîna bûneweriyê û nasnameyê ya civakekê ku ji kûr ve hîs kirî û şopdarê berxwedana berz û pêkanînera wê, bi xeta berxwedanê ya li dijî îmha, êrîşa giştî ku salên 90'î li ser Kurdan dihate kirin, li dijî mêtingeriya pirhêlî yal i ser jinê û hilweşandina bedenî û giyanî, bûye manîfestoya ''jin, jiyan, azadî''. Rêgeza niştimanperweriyê ya jina azad û rêbaza wê nîşan daye, li Rojhilat Navîn Bûye şervana sernetewîn û sembola evîna azadiyê. Sema, Ayten, Arîn Mîrxan, Fatma, Pakîze, Asya û bi hezaran jinên ku peyrewê afirînera serdema nû Zîlan in, şervaniya paradîgmaya demokratîk, ekolojîk a li ser azadiyê, a sosyalîzma dmeokratîk dikin û berevaniyê li vê dikin.
 
Em hemû jinên ku bi xeta Zîlan rêya dîrokê guherandine, di têkoşîna azadiya jinê û têkoşînê de jiyana xwe ji dest dane di şexsê Zîlan de bi bîr tînin. Zîlan ku bûyî xwedavend, li dijî hişmendiya serwer a mêr, bûye sembola helwesta me, rêxistiniyam e û berxwedana me.''