Dest ji Stenbolê berdan hatin Westanê: Divê jin dest ji axê bernedin

  • jin
  • 09:11 22 Hezîran 2019
  • |
img

WAN- Elîf û Kubra Başkala ku terka Stenbolê kirin û vegeriya warê xwe Westanê, ji malan tovên xwecihî berhev dikin û diçînin. Her du jina, got: "Heta ku roj me roj neçe ava em di nav axê de ne. Divê tu jin dest ji axê bernede." 

 
Dotmamên hev Elîf û Kubra Başkala ku dev ji jiyana li Stenbolê berdan û berê xwe dan navçeya Westan a Wanê, dest bi çandniyê kirin. Her du jin 18 sal berê tevî malbatên xwe koçî Stenbolê kirine, lê belê diyar dikin ku tu carî ew hînî jiyana li Stenbolê nebûne û tim bêriya warê xwe kirine. Her du jin li nav erdê xwe yê 3 donimî, bi alîkariya hevalên xwe fasûleyên spî û keks, garis û zebze datînin. 
 
Elîf Başkala ku li Zanîngeha Wanê Beşa Antropolojiyê xwendiye, diyar kir ku tim bala wê li ser axê bûye. Başkala, bilêv kir ku li Stenbolê qada aborî, civakiyî û nexasim jî qadên jiyanê yên jinan berteng bûne û ji ber vê wan xwestiye ew tiştekî wisa bikin. Başkala, diyar kir ku wexta ew ketine rê hin kesan ji wan re gotiye "hûn keç in, hûn nikarin bikin", lê belê wan guh neday van gotinan û dest bi çandiniyê kirine. Başkala, destnîşan kir ku li nav erdê xwe ew bi xwe dixebitin. 
 
TOVÊN XWEZAYÎ
 
Başkala, bilêv kir ku ji ber erdê wan berê nehatiye ajotin di dema cotkirinê de zehmetî dîtine û got: "Bi alîkariya hevalên xwe me du caran erd cot kir û hûr kir. Hîn jî hûrkirin neqediyaye, lê belê dîsa jî me ber çandin. Eger me bi rewşa aborî ev yek bikirana, me yê pir zirar bikirana. Lê belê bi saya piştevaniyê tiştekî wisa çênebû. Piştî cotkirinê me tov yeko yeko çandin. Me tovên zîraî neçandin. Me tovên xwezayî çandin. Ev tov hemû ji pêşiyan mane. Me tovên ku piştî çandinê gel hilanîne çandin. Planeke me yê ku em beran derman bikin tune ye. Armanca me ne berên zêde ne, armanc berên xwezayî ne. Kesên digotin hûn nikarin piştî serketina me dîtin niha ji me ber dixwazin." 
 
‘EM SAETA ROJÊ ESAS DIGIRIN' 
 
Başkala, bal kişand ser jiyana li Stenbolê jî û got: "Eger me ev yek di wê qelebalixiya Stenbolê, di nav wê betonê de çêbikirana, wê tu kêfa wê tune bûna. Niha wexta em vê fikra xwe ji hevalên xwe yên li Stenbolê ne dibêjin, dibêjin jiyana we jiyaneke luks e. Çimkî kes ji jiyana li wir hez nake. Me xeyala gelekan pêk anî. Di warê civakiyî de hin prisgirêk hene, lê me guh neda van pirsgirêkan û em hatin. Me li vira dev ji saetên li gor eyarên fabrîkayan berda ye.Heta roj neçe ava em di nav axê de. Yanî em li gor mesaiya 08:00-18:00'an tev nagerin. Em çawa nêzî axê dibin em wisa jî demê li gor rtavê esas digirin."
 
Kubra Başkala jî anî ziman ku ji roja çêbûye li Stenbolê bûye, lê belê wê her û ehr bêriya axa xwe dikir. Başkala, destnîşan kir ku ji ber vê ew tim di nav lêgerînan de bûye û got: "Em difikirîn em ê çewa keda xwe xuyangtir bikin. Hîn em wisa difikirîn axa me hat bîra me. Ev ji bo hatina vira jî firsendeke mezin bû. Berê me qet karê erdan nekiribû. Wexta em ketin navê pir cuda bû û heyecana me zêde bû. Wexta em hatin Westanê me xerîbî nedît. Çimkî ev der warê me ye. Niha jî ji ber em bi ekda xwe dixebitin em hêzdartir dibin. Tu çawa nêzî axê bibî wê berên wê jî wisa bikin. Jixwe bi salan e jin li nav erdan dixebitin, bi axê re eleqedar dibin. Li vira em herî zêd eji bo hevalên xwe yên kur bûn mînak. Em niha di pêvajoyeke wisa de ne ku cotkarî û hilberandin nemaye. Tu carî şer tû mercên pergalê ne ji bo jina ne. Me li axa xwe hêvî çand. Ji ber niha berên me şîn tên pir kêfxweş im. Divê jin hemû vî karî bikin. Divê tu jin dest ji axê bernede. Wexta destê jinê bi axê dibe ax xweşiktir dibe." 
 
MA / Ayşe Surme