Jinên HDP'î bang li jinan kirin: Dengê xwe bidin xwe

  • jin
  • 09:09 20 Hezîran 2019
  • |
img

STENBOL – Meclîsa Jinan a HDP'ê ya Stenbolê, ji bo hilbijartina Stenbolê bang li hemû jina kir û got: "Dengê xwe bidin û bibin muşahît û xwedî li vîna xwe derkevin." 

HDP'ê, ji bo hilbijartina Stenbolê lez da xebatên xwe. Jinên HDP'î ku li kuçe û kolanên bajêr belavokan belav dikin, bang li jinan kirin ku biçin ser sindoqan û bibin muşahît. Endama Meclîsa Jinan a HDP'a Stenbolê Gonul Karaman, bal kişand ser girîngiya hilbijartina Stenbolê. 
 
Karaman, bilêv kir ku di hilbijartina 31'ê Adarê de wan stratejiyek diyar kiriye û di vê hilbijartinê de jî ew hewl didin bi stratejiya xwe îtifaqa AKP-MHP'ê bi paş ve bibin. Karaman, bal kişand ser girtina saziyên jina û got: "Em hilbijartina Stenbolê di wesfê bersivdayina li hemberî girtina saziyên jina, xespkirina gelê me yê Kurdistanê de dinirxînin." Karaman, anî ziman ku HDP û pêkhateyên xwe koordînasyoneke ji meclîsên jin û ciwanan ava kiriye û wan ev koordînasyon li herêman belav kirine. 
 
JIN LI QADA NIN 
 
Karaman, bilêv kir ku herî zêde jin pêşengiya xebatan dikin û bal kişand ser pêvajoya grevên birçîbûnê û liv û tevgera jinan û dayikên laçik spî Karaman, anî ziman ku ev yek ji bo hilbijartinê jî xwe daye der.
 
Karaman, bal kişand ser xebatên jinan û got: "Danezanên me yên der barê jinan d ehebûn. Hatin belavkirin. Her wiha em jî pêkhateyeke Jin Bi Hev Re Hêzdarê ne. Me danezaneke hevpar belav kir. Niha li qadan parlementerên me yên jin jî di nav de gelek hevalên me yên jin dixebitin." 
 
Karaman, anî ziman ku li qadê dema ew dixebitin guh didin daxwazên jina jî û got: "Jin dixwazin polîtîkayên jinan esas bêng irtin. Jin dixwazin li hemberî vê îktîdara 16 sal in mafên jina bin pê dike, li hemberî zêdebûna tecawizê û îstismarkirina zarokan bitêkoşin. Naxwazin di metbaxa vê siyaseta tengijiye de bimînin. Dixwazin ew xw ebi xwe biryar bigirin. Jin doza şaredariyên ku gotina wan jî tê de derbasdar bibe dikin." 
 
‘XWEDÎ LI VÎNA XWE DERKEVIN' 
 
Karaman, bang li hemû jinan kir û got: "Bila dengê xwe bidin. Ew der hatibû bidestxsitin lê paşê hat xespkirin. Ji bo ew der careke din bi bidest bikeve em bang dikin. Dengê xwe bidin û biparêzin. Bibin muşahît û xwedî li vîna xwe derkevin."