‘Ji bo ku Bîlgîlî ceza bigire, ezê têbikoşim’

  • jin
  • 10:38 19 Hezîran 2019
  • |
img

ENQERE - Bijîşk Ç.B., bertek nîşanî berdana Prof. Dr. Hasan Bîlgîlî yê êrîş zayendî li dijî wê pêk anî da û got: “Ji bo ku ceza xwe bikêşê eze şerê xwe dewam bikim. Ya ku herî zedê min aciz dike, bi cih ne anîna edaletê ye.”

 
Derketibû holê ku Prof. Dr. Hasan Bîlgîlî yê li Fakulteya Beytarî ya Zanîngeha Enqerê peywirdar, di 3’yê Nîsanê de tundî li bijîşka klînîka taybet VCOM a dixebitî Ç.B. kir û piştî tundiyê êrîşa zayendî pêk anîbû. Piştî ku Ç.B. giliyê Bîlgîlî kir, di 7’ê Nîsanê de hat binçavkirin û 1’emîn Dadgeha Cezayê Sûlhê ya Enqerê derbarê wî de biryara girtin da. Bîlgîlê yê bersûcê êrîşa zayendî di 22’yê Gulanê de hat berdan.
 
Bîjişk Ç.B. ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivî û bertek nîşanî serbest berdana Bîlgîlî da. Ç.B. a aciziya xwe anî ziman, wiha got: “Ji bo ku Bîlgîlî cezayê xwe bikêşe ez şer bikim. Ji ber helwesta darazê min nekarî parastin bikim. Êdî dixwazim ev qîrîna min bê bihîstin.”
 
‘HEYA DAWIYÊ EZÊ TÊBIKOŞIM’
 
Ç.B., da zanîn ku ji bo jiyana xwe dewam bike, berî her tiştî divê faîl bêceza kirin û wiha axivî: “Ezê heya dawiyê têkoşîna xwe dewam bikim. Ezê li ser piyên xwe rawestim û bibim dengê jinan. Tişta hat serê min pir bedbext bûn. Ji axaftina bûyerê zêdetir, ya ku min aciz dike, bi cih neanîna edaletê ye. Ez neçarim ku bi hêz bim. Ew jî bêhêzbûna min sûdê werdigirin. Ez doza xwe  ya mafdar biparêzim, ji bo ku ew ceza bigirin. Ji bo piştgiriya jinan pir spas dikim. Di saya piştgiriya tê dayîn de, ez xwe pir baş hîs dikim.”