Dozger ji mêrê rûyê hevjîna xwe şewitand re muebbetê xwest

  • jin
  • 09:02 6 Hezîran 2019
  • |
img
HATAY - Li navçeya Îskenderun ya Hatayê Casim Ozan Çeltîk di 15'ê Çile de kezzap avêtibû rûyê hevjîna xwe Berfin Ozek û rûyê wê şewitandibû. Serdozgerê Komarê yê Îskenderûnê der barê Casim Ozan Çeltik de doz vekir û îdîaname amade kir. Piştî dozger îdîaname amade kir, 1'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Îskenderûnê îdîaname qebûl kir û doz vekir. Dozger bi îdîaya bersûc Çeltîk “bi zanebûn kiriye" der barê Çeltîk de cezayê muebbetê yê girtîgehê xwest. Yekemîn danişîna dozê wê di 4'ê Tîrmehê de bê dîtin. Dozger di îdîanameyê de cih da îfadeya Ozek. Dozger da zanin ku Ozek di îfadeyê de diyar kiriye ku Çeltik êrîşî wê kiriye û bi şûya di destê xwe de ew ava kezzabê avêtuye ser rûyê wê. Ozek di îfadeyê de anî ziman ku Çeltik ew û dayika wê her dem tehdît kiriye û carekê êrîşî wê kiriye û difinê wê şikandiye lê dîsa Çeltîk nehatiye cezakirin. 
 
Dozger cih da îfadeya şahidan jî û da zanîn ku şahidan destnîşan kiriye ku Çeltik ruyê xwe girtiye, lepik xistine destê xwe û bi şûşa petê ku kezzap têde ye êrîş kiriye. Dozger, da zanîn ku di lêgerina mala Çeltik de di şûşeyê de alkola qaçak heye. Dozger cih da raporên Ozek û da zanîn ku dema li delîl û daneyan dinere dibîne ku Çeltik bi zanebûn rûyê Ozek şewitandiye. 
 
Parêzera Berfin Ozek Mehtap Sert jî anî ziman ku TCK tundiya li dijî jinê nade xuyakirin û wiha got: "Ji ber vê yekê ev îdîanameya hatiye amadekirin hem bang li hiqûqê û hem jî bang li wîcdanan dike. Em bang li hemû parêzer û rêxistinên jinan dikin ku ji bo hiqûq bi ser bikeve tev li têkoşîna piştevanî û danişînê bibin. 
 
 
MA / Hamdullah Kesen