Jinan berî danişîna Şûlê Çet: Em edaleta rast dixwazin

  • jin
  • 11:50 15 Gulan 2019
  • |
img

ENQERE - Jinên ku berî 2’yemîn danişîna doza Şûle Çet li ber Edliya Enqerê kom bûn, gotin ku ew ne edaleta zilam, edaleta rast dixwazin.

 
2’yemîn danişîna bersûc Berk Akand û Çagatay Aksû yên di doza Şûle Çet a li Enqerê ji kata 20 a Plaza Yelken ket xwarê, rastî êrîşa zayendî hatibû û bi awayekê bi guman jiyana xwe ji dest, li 31’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqerê dest pê kir.
 
Tûra parastina Jinan, Meclîsên Jinan, Komîsyona Edaletê ya ji o Şûle Çet, gelek rêxistinên jinan û yên demokratîk berî danişînê, li ber Edliya Enqerê kom bûn û daxuyanî da çapemeniyê. Parlementera HDP’ê Fîlîz Kerestecîogû jî beşdarî daxuyaniyê bû. Jinên ku li ber edeliyê kom bûn, pankartên “Em ne edaleta zilam, edaleta rast dixwazin” û “Ji bo Şûle edalet, ji bo jinan edalet” hatin vekirin.
 
Jinên ku berî 2’yemîn danişîna doza Şûle Çet li ber Edliya Enqerê kom bûn, gotin ku ew ne edaleta zilam, edaleta rast dixwazin.
Endama Tura Parastina Jinan Ruya Înanir, li ser navê jinan axivî û wiha got: “Îro danişîna doza Şûle Çet tê dîtin. Nakokiyên bersûcan ên di danişîna dest pê kê de, îdîayên me piştrast kirin. Ev bêfedî niha rewşa aborî ya Şûlê lêkolîn dikin. Şûle çawan hatiye qetilkirin nabêjin. Îro liv ê derê Şûlê tuneye, lê em hene. Emê destûr nedin ku tu jin xwe ji katên plazayan bavêjin. Îro bi sedan Şûle di salona danişînê dene. Em dixwazin qetilkirinên jinan bi dawî bibin. Ji bo ku cezayê bersûcan kêm nekin, emê danişînê bişopînin. Bila dijminên jinan baş zanibin ku emê hemû tundiya li dijî jinan rawestînin.”
 
‘EM  Ê EDALETA JINAN PÊŞ BIXWIN’ 
 
Endama Kolektîfa Jinan a Zanîngehê Ceren Çoban jî, diyar kir ku ew her kêlî bi talokeya Şûle Çet jiya re rû bi rû ne û wiha axivî: “Em ji bo hemû kesan edaletê dixwazin. Em li şûna edaleta zilaman, edaleta jinan bînin. Emê edalet rast pêş bixin.”
 
Jinên edalet xwestin piştî daxuyaniyê, ji bo ku danişîna Şûle bi şopînin, derbasî salona danişînê bûn.