Jinên ÎHD’yî: Spî jî ket lîsteya qedexeyan

  • jin
  • 15:08 9 Gulan 2019
  • |
img
ÎZMÎR – Komîsyona Jinan a ÎHD’a Îzmîrê bal kişandin ser şideta li dijî dayikên girtiyan û gotin: “Her cûre şidet, êrîş û tacîz îşkence ye. Û îşkence jî sûcê li dijî mirovahiyê ye.”
 
Komîsyona Jinan a Şaxa Komeleya Mafên Mirova (ÎHD) a Îzmîrê şideta polîsan a li dijî dayikên girtiyan çalakî li dar dixin bi civîna çapemeniyê şermezar kir. Komîsyonê civîn li avahiya komeleyê li dar xist. Malbatên girtiyan û rêveberên HDP’ê destek dan daxuyaniyê. Rêvebera ŞaxaÎHD’ê Cemîle Karakaya da zanîn ku dayikên girtiyan ango dayikên laçik spî her ku li ber hepsan dibêjin aştî tên jopkirin, heqaret li wan tê kirin û bi erdê re tên kaşkirin. 
 
Karakaya da anî ziman ku rengê spî ku remza aştiyê ye jî ketiye lîsteya qedexeyan û got: “Li dijî dayikan li her deverê şidet pêk tê. Her cûre şidet, êrîş û tacîz îşkence ye. Û îşkence jî sûcê li dijî mirovahiyê ye. Divê demildest li vê şidetê dawî bê anîn.”