Jin dê bi laçikên xwe yên spî beşdarî 1’ê Gulanê bibin

  • jin
  • 09:08 29 Nîsan 2019
  • |
img

EDENE – Li Edeneyê jin dê bi laçikên xwe yên spî girê bidin û ji bo piştevaniya grevên birçîbûnê dê beşdarî mitînga 1’ê Gulanê bibin. 

Meclîsa Jinan a HDP’a Edeneyê jî dê beşdarî mitînga 1’ê Gulanê ya ku ji aliyê sendîkayên karker û karmendan ve dê bê lidarxistin bibin. Jin dê di mitîngê de balê bikişînin ser rewşa Hevseroka KCD’ê Leyla Guven û bi hezaran girtî yên li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne. 
 
Jin dê bi dirûşma “Bila tecrîd rabe, mirin bi dawî bibin û deng bide jiyanê” dê beşdarî mitînga 1’ê Gulanê bibin. 
 
'TECRÎDÊ RAKIN’ 
 
Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’a Edeneyê Saniye Seçgîn diyar kir ku ew ê bi awayek girseyî û xurt beşdarî 1’ê Gulanê bibin û got ew ê li gel dayikan bi laçikên xwe spî biçin mitîngê û li dijî tecrîdê qîr bikin. Seçgîn got ji bo mirin neqewimin divê tecrîd rabe. 
 
Endama Meclîsa Jinan a HDP’a Edeneyê Şukran Efeturk jî da zanîn ku ji bo ew dengên çalakgerên greva birçîbûnê li qada 1’ê Gulanê qîr bikin dê beşdarî mitîngê bibin û banga beşdariya mitîngê kir.