Sedemeke îstismarkirina zarokan jî şideta ku empozeyî civakê tê kirin

  • jin
  • 09:00 28 Nîsan 2019
  • |
img
AMED – Aktivîsta TJA'yê Gulcîhan Şîmşek bûyerên îstismarê yên li hemberî zarokan şîrove kir û got: "Awayê şidetê ya empozeyî civakê hatiye kirin veguheriye îstismarê." 
 
Herî dawî li Kuçukçekmeceya Stenbolê zarokeke 5 salî hat îstimaskirin. Endama Komeleya Jinê ya Rozayê Civaknas Şehnaz Kaymak û aktivîsta Tevgera Jina Azad Gulcîhan Şîmşek, bal kişandin ser sedemên îstismarkirina zarokan.
 
Civaknas Kaymak, diyar kir ku gelek sedemên îstismarkirina jin û zarokan hene, lê belê faktora sereke pêkneanîna hiqûqê ye. Kaymak, bilêv kir ku îstismar êrîşeke mezin e û ji bo rê li ber vê bê girtin divê di warê bûyerên şidet û îstismarê de hajyêhebûnek bê peydakirin. Her wiha Kaymak, bilêv kir ku ji bo civakeke baş û nebûna îstimarê pêdivî bi avanyeke civakiyî heye û ji bo vê jî divê di pergala perwerdehiyê û hiqûqê de hin guherîn çêbibin. 
 
ŞIDET Û ÎSTISMAR 
 
Aktivîsta TJA'yê Gulcîhan Şîmşek jî diyar kir ku li gor berê rêjeya îstismarkirinê 80 ji sedî zêde bûye û ji bo vê demildest pêdivî bi hin tevdîran heye. Şîmşek, diyar kir ku li Tirkiyeyê şideta ku zarok pê re rû bi rû dimînin rewşa civakiyî ya welat nîşan didin. 
 
Şîmşek, anî ziman ku li Tirkiyeyê derûniya şer serwer e û awayê şidetê yê empozeyî civakê hatiye kirin veguheriye şidetê. Şîmşek, bal kişand ser peymanên zarokan ên navnetewî û got, lê belê li Tirkiyeyê hikmên van peymanan pêk nayên û ev jî dibe sedema ku her diçe îstismarkirina zarokan zêde dibe. Şîmşek, bal kişand ser bûyera li Kuçukçekmeceyê û got: "Wexta em li bûyera li Kanryayê dinerin, em dibînin ku dîsa biryara nepeniyê hatiye girtin û ji civakê tê veşartin. Parêzer nikare xwe bigihîne dosyeyê. Malbata zarok nikare agahiyan bigire. Yanî mueyîdeyek pêk nayê."
 
Şîmşek, diyar kir ku divê li hemberî bûyerên bi vî rengî hayjêhebûnî li civakê bê peydakirin û civak di warê xweparastinê de pêş bixe. 
 
MA / Esra Solin Dag