Ji Bûldanê ji bo jinên başûrî: Qedera kurdan dişibe hev

  • jin
  • 18:47 26 Nîsan 2019
  • |
img
AMED - Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan û jinên ji Herêma Kurdistana Federe li hev rûniştin. Bûldan, got: "Em li kuderê dibin bila bibin qedera kurdan dişibe hev. Heta tecrîd bi dawî nebe, em nikarin behsa aştiyeke mayînde bikin." 
 
Ji Herêma Kurdistana Federe, heyeteke jinan a ji 11 kesan pêk dihat, li avahiya HDP'ê ya Amedê serdana parlementerên HDP'ê Dersim Dag, Tayîp Temel û Mûrat Sarisaç kir ku li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ne. Heyet ji aliyê aktivîsta TJA'yê Gulcîhan Şîmşek û Parlementera HDP'ê ya Êlihê Feleknas Ûca ve hat pêşwazîkirin. Heyet û hevserokên giştî yên HDP'ê Pervîn Bûldan û Sezaî Temellî li hev rûniştin. 
 
Di dema hevdîtinê de ji heyetê Vîcdan Nûreddîn got: "Em ji bo Leylayê hatin vira. Leyla hem dayik e hem jî jineke xurt e. Di hilbijartina herêmî de hûn bi ser ketin, we pîroz dikim. Em careke din balê dikişînin ser girîngiya yekîtiya netewî û divê em bi hev re tev bigerin." 
 
'QEDERA ME DIŞIBE HEV' 
 
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan jî got: "Ev serdan pir girîng e û hêzê li hêza me zêde dike. Kurd li kuderê dijîn bila bijîn qedera wan dişibe hevdu. Êş û azarên li vî welatî êdî nayên tarîfkirin. Em niha bi feraseteke ku dixwaze kurdan tune bike re rû bi rû dimînin. Berxwedana Leyla Guven ji bo hatina wan rojên em xiyala wan dikin. Heta tecrîd bi adwî nebe em nikarin behsa aştiyeke mayînde bikin. Em ê heta dawiyê ji bo demokrasî û azadiyê bitêkoşin." 
 
Paşê heyet çû Eywana Konferansê ya Vedat Aydin ku li avahiya HDP'a bajêr e û serdana parlementer Dersim Dag, Mûrat Sarisaç û Tayîp Temel ku di greva birçîbûnê de ne kirin. Li ser navê heyetê Sara Riza axivî û got: "Ji bo bidawîbûna tecrîdê çalakiyên hatine destpêkirin pir girîng e. Niha em hemû tên tecrîdkirin. Em hêzê ji vê çalakiya ku bi pêşengiya Leyla Guven digirin. Teqez wê berxwedana we bi ser bikeve." 
 
'EM Ê BI SER BIKEVIN' 
 
Di serdanê de Parlementerê HDP'ê yê Wanê Tayîp Temel axivî û got: "Niha Kurdistan bi êrîşan re rû bi rû ye. Bi her awayî berxwedana gelê kurd didome. Serdana jinên Kurdistana Başûr ji bo me watedar û girîng e. Wê ev berxwedana me bi ser bikeve. Di dîroka Kurdistanê de cara ewil e bi hezaran kes ketine greva birçîbûnê. Em ê bi ser bikevin." 
 
Paşê heyetê buroya TJA'yê ziyaret kir û di serdanê de aktivîsta TJA'yê Gulcîhan Şîmşek axivî û got: "Çalakiya Leyla Guven pir girîng e. Lê hatine we ya vira hêzê dide me. Destek û serdana we berxwedana me mezin dike. Em ê bi ser bikevin."