Ji bo jiyaneke xweş hat, lê jiyana wê tarûmar bû

  • jin
  • 09:04 25 Nîsan 2019
  • |
img
DÎLOK – Doîna Polivencû, ji bo jiyaneke hîn xweştir ji Romanyayê berê xwe dide Tirkiyeyê, lê belê ji ber şideta hevjînê xwe jiyana wê tarûmar dibe. Niha Polîvencû hewl dide dev ji hevjînê xwe berde, lê belê ji ber mafê wê yê hemwelatîbûyînê tune ye ditirse zarokên wê jî ji dest biçin. 
 
Doîna Polivencû, ji bo jiyaneke hîn xweştir di sala 1996'an de ji Romanyayê berê xwe dide Tirkiyeyê. Ji bo li Tirkiyeyê bimîne mecbûr maye bi kesekî re bizewice. Lê piştî demekê dev ji hevjînê xwe berdide. Di sala 2006'an de careke din vê carê tevî birayê xwe tê Tirkiyeyê û li Stenbolê Mehmet Şanlan nas dike û pê re dizewice. Polîvencû, 2 sal berê tevî hevjînê xwe li Dîlokê bi cih dibe. Lê belê piştî demekê bi şideta hevjînê xwe re rû bi rû dimîne û jiyana wê tarûmar dibe. Niha hewl dide dev ji hevjînê xwe berde. 
 
Polîvencû, diyar kir ku dixwaze li Tirkiyeyê bimîne, bixebite û zarokên xwe xwedî bike û dibêje: "Dixwazim dev ji hevjînê xwe berdim, ji şidetê dûr bikevim. Êdî nikarim îdare bikim." 
 
NASNAME
 
Polîvencû, bilêv dike ku wexta ew birayê xwe hatine Stenbolê, ji ber mafê wan ê mayînê tune bûye mezbûr maye bizewice û piştî zewiciye 3 zarokên wê çêbûne. Polîvencû, diyar dike ku bi salan e ew hevjînê xwe li hev nakin û dixwaze dev jê berde. Polîvencû, got: "Dadgeh vê yekê nake. Ji ber vê mexdûr im. Bi salan e bi şideta hevjînê xwe re rû bi rû dimînim. Diranên min jî rakirin. Her roj li min dide, heqaretê dike. Di danişîna ewil de dadger çig ot, hevjînê min qebûl nekir û nehat danişîna dudoyan. Doz hat girtin. Ew devjihevberdanê qebûl nake. Şîzofren e. Dixwazim bibim welatiya Tirkiyeyê, lê nabe. Tenê daxwazek min heye ew jî nasname ye. Çimkî wexta nasname tune be, tu nikarî bixebitî jî. Êdî heyr mame." 
 
‘BILA DENGÊ MIN BIBIHÎSIN' 
 
Povîlencû, diyar dike ku mala niha lê dimînin hevjînê wê firotiye û ew ê li derve bimînin. Polîvencû, got: "Ji ber devjihevberdan pêk nehatiye nikarim zarokên xwe jî bibim Romanyayê. Divê bavê wan îmzeyê bide, lê qebûl nake. Bêyî zarokên xwe naxwazim biçim. Her wiha li zarokan jî dide. Derûniya hemûyan jî xirab bûye. Wexta em dev ji hev berdin divê ji Tirkiyeyê biçim, çimkî welatîbûyîna min tune ye. 22 sal in qaçax im. Bila rayedar dengê min bibihîsin, bila werin li mala min binerin bê ez di çi halî de me. A rast jiyana me ne ti jiyan e. Jiyana min tim heqaret û şidet e. Niha li cihekî firaqan dişom. Ez bi xiyalên pir xweşik hatim Tirkiyeyê, lê berevajî bûn." 
 
Kurê wê yê 15 salî Yûnûs Şanlan jî diyar dike ku wî jî bi çavê xwe dîtiye ku bavê wî çi dike ji diya wî. Şanlan, bang li rayedaran kir û got: "Dengê me bibihîsin. Alîkariya me bikin. Êdî em hew îdare dikin. Jiyana me nemaye."