TJA bertek nîşanî tundiya polîsan a li dijî dayîkan da

  • jin
  • 12:55 21 Nîsan 2019
  • |
img
AMED - TJA, bertek nîşanî tundiya polîsan a li dijî Dayikên Aştiyê yên li ber Girtîgeha Gebze û navçeya Qoserê, da û got: "Divê demildest berpirsiyar bên darizandin. Em banga mezinkirina têkoşînê li hemû jinan dikin."
 
Tevgera Jinên Azad (TJA), derbarê mudaxileya tund a polîsan ên li dijî Dayikên Aştiyê yên li ber Girtîgeha Gebze û navçeya Qoser a Mêrdînê de daxuyaniyek nivîskî weşandan û tundiya polîsan a li ser dayîkan şarmezar kir.
 
TJA, di daxuyaniya da de wiha got: "Em wan kiryarên li dijî mirovahiyê yên ku li dijî dayikên bi xavikên spî yên aştiyê hatine kirin qebûl nakin û bi tundî şermezar dikin." Di daxuyaniyê de hate ragihandin, dayikên aştiyê yên li ber Girtîgeha Gebzeyê nobedê digirin, hebûnê li dijî faşîzmê, aştiyê li dijî şer, pîrozmendiya jiyana civakî li dijî şîdet û zilmê diparêzin. TJA'yê diyar kir, kiryara li dijî mirovahiyê ya li dayikên aştiyê hate kirin, rûyê qirêj ê dewletê careke din nîşan da.
 
Di daxuyaniyê de hat ragihandin, heman şîdeta polîsan doh li Qoserê di dema daxuyaniya çapemeniyê de li dijî dayikên aştiyê hate kirin û hate diyarkirin, "Êrîşa vê zîhniyeta faşîst, sûcekî li dijî mirovahiyê ye. Di vê qonaxa krîtîk a grevên birçîbûnê de dayik bi xavikên xwe yên spî yên aştiyê hewl didin pêşî li mirina mirovan bigirin û dawî li polîtîkayên tecrîdê bînin. Bi navê Tevgera Jinên Azad, em kiryarên li dijî mirovahiyê yên li dijî dayikan hatine kirin qebûl nakin, şermezar dikin û ji bo darizandina berpirsyaran banga mezinkirina berxwedanê dikin."