Jinan ji bo Leyla Guven nepox firandin

  • jin
  • 16:11 20 Nîsan 2019
AMED – Komek jin li Baxçeyên Hevselê nepoxên nivîsa “Daxwaza Leyla daxwaza me ye” firandin. 
 
Komek jin li Baxçeyên Hevselê yên Sûra Amedê li hev kom bûn. Koma jinan bi armanca piştevaniya çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven û bi ser 7 hezar girtî re çalakî li dar xistin. Jinan nepoxên wêneyê Leyla Guven û nivîsa “Daxwaza Leyla daxwaza me ye” bi hev ve girêdan û firandin asîmanan. Jinan dirûşmên “Bijî berxwedana zîndana" û "Bijî Serok Apo" berz kirin û pişt re dawî li çalakiya xwe anîn.