Jinên karker: Em nikarin debara xwe bikin

  • jin
  • 09:16 19 Nîsan 2019
  • |
img

ÊLIH - Li Êlihê jinên ku nanê tenûrê dipêtin û rojê 50 lîre qezenc dikin, bilêv kirin ku ji ber krîza aborî êdî nikarin debara xwe bikin. 

 
Li gorî daneyên TUÎK'ê yên 15'ê Nîsanê, li Tirkiyeyê di Çileya 2019'an de hejmara betalan li gor par milyon û 259 kes zêde bûne û li Tirkiyeyê bi giştî hejmara betalan 4 milyon û 668 kes in. Li gorî daneyên TUÎK'ê rêjeya betaliya derî tomarkirinê jî 33.01 e. Ji bajarên ku hejmara betalan û betalên derî qeydkirinê lê zêde ne Mêrdîn, Şirnex, Êlih û Sêrt in. 
 
ROJÊ 50 LÎRE QEZENC DIKIN 
 
Li Êlihê, jinên ku nanê tenûrê dipêtin û rojê 12 saetan dixebitin, rojê 40-50 lîreyî distînin.  Karker Ayten Tûrgût (52), bal kişand ser bihabûnê û got: "Êdî feqîr nikarin goşt jî bixwin. Ya salê carekê dixwin an jî naxwin. Em rojê 12 saetan dixebitin. Rojê 20 tenûr nan derdixim. Roj heye em 40 lîreyî roj heye jî 50 lîreyî qezenc dikin. Sîgorteya me tune ye. Helbet em dixwazin sîgorteya me hebe û pereyê em bi dest dixin têra me bike. Kî dibêje rewşa aboriyê baş e, bila were û li halê me binere. Xebitandina jinan ne şerm e. Eger rewş ev be, ma çima xebta şerm be." 
 
PÎRA 80 SALÎ HEVÎR DISTRÊ 
 
Hanim Eren a 80 salî jî hevîr distrê got: "Xebat tiştekî baş e, lê ger ku kar hebe. Ez ji mecbûrî dixebitim. Ma niha kî bi meaşekî dikare debara xwe bike?"  Nezife Kilit a 46 salî jî diyar kir ku ji ber krîza aborî êdî bi zor û heft bela debara xwe dikin.  Yildiz Sekîn, xwediya kargehê jî got: "Par kîsê arvan bi 80 lîreyî bû, îsal 110 lîre ye. Qaşo ez ev der kargeha min e, lê hema bêje qezenca min jî bi qasî ya karkeran e. Kî dibêje rewşa aboriyê baş e, derewan dike."