Meclîsa Jinan a HDP'ê: Em ê hêza rêxistina jinan mezintir bikin

  • jin
  • 14:30 13 Nîsan 2019
  • |
img

ENQERE - Meclîsa Jinan a HDP'ê encamneya civîna duh li dar xist eşkere kir û got: "Jinan pêşengtiya hilbijartinê kirin û tifaqa AKP-MHP'ê winda kiriye. Emê di serdama nû de hêza rêxistina jinan mezintir bikin."

Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) piştî hilbijartina herêmî ya 31'ê Adarê, dûh civînek li dar xist û encamnameya civînê ji raya giştî re aşkere kir. Di encamnameyê de plansaziyên derbarê serdema nû de cih girtin. Her wiha di encamnameyê de encamên hilbijartina 31'ê Adarê de cihê xwe girt. Di encamnameyê de hat gotin ku dê ni serdema nû de hêza rêxistina jinan mezintir bibe. Di heman demê de grevên birçîbûnê yên ku bi pêşengiya Leyla Guven dest pê kirin, cihê xwe girt 
 
Di encamnameyê de hat diyarkirin ku di nava vê sîstema kapîstalîst jin bi têkoşîna xwe li pêş cihê xwe digirin. Her wiha hat gotin ku ala ku jina li Rojava li dijî DAÎŞ'ê li ba kirin niha dewrî jinên li Cezayir û Sûdanê kirine.  Di encamnameyê de hat daxuykirin ku jinan di 8'ê Adarê de rengê têkoşîna xwe li hemû qadan belav kirine û wiha hat gotin:"Di têkoşîna 8'ê Adarê û 21'ê Adarê de jinan li pêşiyê cihê xwe girtin. Jinan bi dirûşmên jiyanê esas digire dengê xwe bilind kirin."
 
Di encamnameyê de hat ragihandin ku di 31'ê Adarê de di bin zext, zordestî û bêhiqûqiyê de derbas bûye û tevî vê yekê li Rojava hêzên demokrasiyê û li herêmê partiyên kurdan bi stratejiya hilbijartinê bi ser ketiye. 
 
Dewama encamnameyê wiha ye:
 
"*Bloga faşist a AKP-MHP'ê feraseta qayyimê îro bi YSK'ê dewam dike. Serkeftina stratejiya hilbijartina me maskeyê tifaqa faşist xistiye. 
 
*Bi vê hêz û biryarê bi pêşengiya Leyla Guven ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, gelek kes niha di nava çalakiyan de ne. Selma Irmak, Sebahat Tuncel, Dilek Ocalan, Dersim Dag niha li dijî faşîzmê bedenê xwe dane ber birçîbûnê. Em hêvî dikin ku ev serîhldina ew ê bi serfiraziyê tacîdar bibe. 
 
*Ev serîldana ku li hemû cîhanê belav bûye li raya giştî cihê xwe girt. Lê AKP bi bêqiqûqiyê sûcê xwe dewam dike. Ji mirina 8 kesî û dê mirinên ku dê were jiyîn îktidar berpirs e. 
 
*Di xebatên hilbijartinên 31'ê Adarê de jî armanca me ew bû ku em perspektîfa azadiyê ya jinê derxin pêş. Em ê hêza rêxistina jinan mezintir bikin.
 
*Îktidara ku serkeftina me ya 31'ê Adarê hezim nekir, dîsa bi rêya qayiman şaredariyên me xesp dikin. Şaredariyên ku bi îradeya gel hatine qezenckirin ji aliyê YSK'ê dewrî AKP'ê tê kirin. 
 
*Em ê bi modela xwe ya demokratîk sistema hevserokatiyê nehêlin ku şaredariyên me bên xespkirin. Em di warê temsiliyeta jin û mêr a wekheviyê de partiya yekem in. 
 
*Em ê navendên jinan, qadên jiyanê yên jinan ji nû de ava bikin. Em ê koordinasyon û meclîsên jinan ava bikin. Em ê bi kuçe û meclîsên gundan bibin yek û plan û projeyên xwe bikin meriyetê.