Hevaltiya 2 dayikan a 25 salan: Niha ji bo zarokên xwe têdikoşin

  • jin
  • 09:18 13 Nîsan 2019
  • |
img

COLEMÊRG - Hanîfe Tamûr, dayika Cîhan û Mahûm Tamûr ku di greva birçîbûnê de ne û Necla Atak, dayika Emîne Atak ku li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ye, 25 sal in heval in û li dijî zilmê bi hev re li ber xwe didin. 

Li Gevera Colemêrgê, Hanîfe Tamûr (56) û Emîne Atak (55) ku li girtîgehê zarokên wan li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne, ji bo zarokên xwe têdikoşin. Her du dayik 25 sal in hevalên hev in. Dayikan behsa hevrêtiya hev kir. 
 
Ji 6 zarokên Hanîfe Tamûr 4 jê di dîrokên cuda de di girtîhehan de man. 30 salên Tamûrê di rêyên girtîgehan de derbas bûye. Lê Emîne Atakê tu carî ji cem wê neçûye û tim li cem Tamûrê bûye û bûye hevparê êşa wê. Yê Atakê jî keçek wê girtiye û keçek wê jî di nav refên PKK'ê de ye. Her du dayik di dema binçavkirin, girtin, îşkence û grevên birçîbûnê de tim li cem hev in. Her wiha di Newrozan, di 8'ê Adaran û di mîtîng û taziyeyan de jî tim bi hev re ne. Niha zarokên her du dayikan jî di greva birçîbûnê de ne û her du jî ji bo zarokên xwe têdikoşin. 
 
Kurê Tamûrê, Cîhan Tamûr li Girtîgeha Tîpa T a Wanê 119 roj in di greva birçîbûnê de ye û kurê wê Mahsûm Tamûr jî ji 1'ê Adarê ve di greva birçîbûnê de ye. Dayik Tamûr got: "Greva birçîbûnê asta krîtîk derbas kiriye. Divê nebe qurbana hilbijartinê. Hin kes dane dû mazbatayan, lê zarokên me jî li ber mirinê ne. Divê tenê rojev gervên birçîbûnê û tecrîd be. Jixwe vîna me nahesibînin, lê wexta berxwedaneke hebe wê tecrîd bi dawî bibe." 
 
‘DI WARÊ BEDENÎ DE NA, LÊ DI WARÊ RUHÎ DE BAŞ IN' 
 
Tamûr, bilêv kir ku her diçe rewşa girtiyên di greva birçîbûnê de xirab dibe û got: "Her ku Cîhan li me digere dibêje rewşa min baş e. Lê em dizanin siheta wî nebaş e. Moralê wan pir xurt e. Di warê bedenî de rewşa wan nebaş e, lê di warê ruhî de baş e. 3 roj berê çûm girtîgehê, lê tenduristiya wî nebaş e. Nikare li se rpiya bisekine. Got, 'em ê dev ji vê biryara xwe bernedin û em ê bi ser bikevin.' Bal kişand ser girîngiya desteke gel." 
 
Tamûr, diyar kir ku 25 sal in ew û dayika Necla Atakê ku li Girtîgeha Tîpa F a Kandirayê di greva birçîbûnê de ye, hevalên hev in û got: "Wexta keça min Delîla şehîd ket, wexta hevjînê min û zarokên min hatin girtin tim li cem min bû. Em bi hev re diçin taziyeyan, Newroz, mîtîn û 8'ê Adaran. Em baş dizanin bi piştevaniyê em ê karibin ji derheqê êşê derkevin. Keçek wê bi îşkenceyê hat binçavkirin û keçek wê jî li çiyê ye. Niha ez û wê bi hev re têdikoşin." 
 
'REWŞA WAN NEBAŞ E' 
 
Emîne Atak jî bilêv kir ku tenduristiay keça wê Necla Atak nebaş e. Atak, diyar kir ku hikûmet xwe li ker û lalîtiyê daniye û got: "Ji ber vê bêdengiyê em gelek dayik çûn Enqereyê. Lê li wir deriyên saziyên dewletê li ser me hatin girtin. Me nikaribû xwe bigihîne kesî. Nexwestin em bi wan re hevdîtinê çêbikin." 
 
‘EV DEWLETEKE ÇAWA YE?' 
 
Atak, anî ziman ku daxwaza çalakgerab daxwazeke mirovî û hiqûqî ye û got: "A rast kesên di greva birçîbûnê de hiqûq û mirovahiyê hînî hikûmetê dikin. Wexta nîv danî xwarinê naxwin, êvarî sifreyên mezin radixin û jê re dibêjin îbadet. Lê 4 meh in zarokên me di greva birçîbûnê de ne. Rayedarên hikûmetê ku nikarin nîv danî jî birçî bimînin, niha xwe li ber daxwaza zarokên me yên 4 meh in birçîne li ker û lalîtiyê datînin. Ev dewleteke çawa ye? Êdî bes e, bila cenaze ji girtîgehan dernekevin." 
 
'HEVRÊTIYA ME DEWAM KIR' 
 
Her wiha Atakê bal kişand ser hevrêtiya xwe û Hanîfe Tamûrê jî û got: "25 sal in em hevalên hev in. Zarokên me yên di greva birçîbûnê de jî, hevalên hev ên zarokatiyê ne. Bi salan e polîsa davêjin ser mala me û Henîfeyê. Keçeke Henîfeyê şehîd ket. Hema bêje ji mala wê kes nemaye neketiye girtîgehê. Lê hevaltiya me tim û tim dewam kir. Niha jî em ji bo zarokên xwe yên di greva birçîbûnê de têdikoşin."