Buldan: YSK ketiye bin wesayeta AKP’ê

  • jin
  • 11:55 12 Nîsan 2019
  • |
img

ENQERE – Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan da zanîn ku ew ê pêşiya nedana mazbatayên hevşaredarên wan ên bi KHK’ê hatine îxrackirin hem di warê hiqûqî de û hem jî di warê siyasetê de bernedin û got: “YSK tam ketiye bin wesayeta AKP’ê. Ji saziyek serbixwe derktiye.” 

 
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan li Navenda Giştî ya partiya xwe beriya civîna Meclîsa Jinan têkildarî mijarên di rojevê de daxuyanî da. 
 
'WÎJDAN JÎ DIHELIN' 
 
Buldan bi bîr xistina çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven dest bi axaftina xwe kir û got: “Helbet tenê ne Leyla Guven îro bi hezaran li girtîgehan û li derve bedena xwe dane ber birçîbûnê. Çalakiyên greva birçîbûnê yên bi armanca rakirina tecrîda li ser Birêz Ocalan derbasî astek krîtîk bûne. Li hember çalakiyan bêdengiyek mezin heye. Dibe ku her kêlî xeberên nexweş werin. Gelek hevalên me ketine asta ku êdî nabînin û nabihîzin. Rewşa tenduristiya wan nebaşe. Divê demek zûttirîn hikumeta AKP’ê bêdengiya xwe xera bike. Divê tenê ne AKP, hemû aliyên civakê dengê xwe bilind bike. Tenê ne beden dihelin, em dibînin ku wîjdan jî dihelin. Ev bêdengî di heman demê de ji me re dide nîşandanku wîjdan jî bêdeng bûne û dihelin. Ji bo hevalên me bijîn û tiştek ji wan nebe çi ji destê me were em ê bikin. Di vê mijarê de rolek mezin dikeve ser milê jinan.” 
 
‘TEVÎ XESPKIRINÊ JÎ DÊ HEJMARA ŞAREDARIYÊN ME KÊM NEBIN’ 
 
Buldan têkildarî pêvajoya piştî hilbijartinê jî nirxandin kir û wiha got: 
Me li gellek deveran temsîliyeta jinan pêk anî. Me 65 şaredarî bi dest xist. Pêvajoya îtîrazan didome. Dibe ku ev hejmar zêde jî bibe. AKP dixwaze şaredariyên ku HDP’ê bi dest xistiye xesp bike. Tevî vê yekê jî wê hejmara şaredariyên me kêm nebe. Wê hevşaredarên me jin xebatek mînak birêve bibin û modelek ava bikin. Sazî û navendên jinan ên ji aliyê qeyûman ve hatin girtin, wê carek din ji aliyê şaredariyên me ve werin vekirin. Wê hevşaredarên me jin bi taybetî bi pirsgirêkên jinan re eleqadar bibin. 
 
'JI BO AHMET TURK EXTIYAR E ÎTÎRAZ KIRINE’ 
 
Li navendên wek Şirnex, Mûş, Wêranşarê û gellek deverên din îradeya gel hat xespkirin. Me ji bo gellek navendan îtîraz kir lê îtîrazên me nehatin qebÛlkirin. Tevî ku 10 roj bi ser hilbijartinan re derbas bûne jî hêj mazbatayên gellek bajaran nedane.  Mazbatayên hevşaredarên me yên Mêrdîn û Amedê nedane wan. Îtîraza AKP’ê ya ji bo Mêrdînê ewqas komîk e; bi hêceta tenduristî û extiyariya Ahmet Turk AKP’ê daxwaznameya xwe ya îtîrazê daye. Hûn zen dikin ma gelo ewqas jî erzan e? Ji ber ewqas hêcetên biçûk û hêsan dixwazim bêjim xwe xafil dikin. Divê gavek berê gavekê dest ji van şaşîtiyên xwe berdin û mazbatayên hevşaredarên me bidin wan.
 
'YSK KETIYE BIN WESAYETA AKP’Ê 
 
YSK’ê biryar da ku dê mazbatayên hevşaredarên me yên bi KHK’ê hatine îxrackirin nede wan. YSK tam ketiye bin wesayeta AKP’ê. Ji saziyek serbixwe derketiye. Serbixwebûna wê li holê nemaye. Ewil serlêdana namzetên me yên KHK’yî qebûl dikin û pişt re jî KHK dikin hêcet û mazbata nadin wan. Ev jî dide nîşandan ku yek ji lîstikên AKP’ê yên li dijî HDP’ê ne. AKP bi zimanek qirêj kampanya birêve bir. Di serî de Serokkomar û hemû wezîrên wan HDP’ê kirin hedef. Vîdeoyên me di mitîngan de dan nîşandan. Nefret û kîndariya xwe ya li hember me carek din eşkere kirin. AKP’ê xwîn winda kiriye. AKP winda kiriye. Zimanê AKP’ê bû bela serê AKP’ê û hilbijartinê bi wan da windakirin. Me di her mitînga xwe de behsa aştî, azadî, demokrasî û aramiya Tirkiyeyê dikir, AKP’ê jî bi zimanek kîn û nefretê li dijî me kampanya birêve dibir. Em bi ser ketin û AKP’ê winda kir. Divê her kes vê rastiyê bibîne. AKP li dijî partiya me û partiyên muxalefetê xefik ava dike û AKP partiyek xefikê ye. Tişta ku nikare bike saziyên din dike şirîkê xwe û dixwaze vê lîstoka xwe berdewam bike.”