Jinên Wanî: Tişta dikeve ser milê me berxwedane

  • jin
  • 13:04 22 Adar 2019
  • |
img

WAN - Jinên Wanî, diyar kirin ku daxwazên çalakgerên di grevên birçîbûnê de, daxwazên wane û gotin: “Divê hemû kes tişta dikeve ser milê wan bike. Ya ku îro dikeve ser milê me berxwedane.”

Jinên Wanî yên bi cilên xwe yên herêmî beşdarî Newroza duh a Wanê bûn, diyar kirin ku ew ji bo bibin dengê çalakgerên li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di grevên birçîbûnê dene, hatine Newrozê. Jinan anîn ziman ku çalakiya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven û bi hezaran çalakgeran mafdare û gotin daxwazên wan daxwazên gelê Kurde. 
 
'DAXWAZA WAN DAXWAZA ME YE' 
 
Guvu Şakar, da zanîn ku daxwaza çalakgeran daxwaza wane û wiha axivî: “Ew çi bikin bila bikin, dê nekarin Kurdan xelas bikin. Em li pişt Leyla Guvenin. Divê tecrîda li ser Ocalan ra be.” 
 
‘YA DIKEVE SER MILÊ ME BERXWEDANE' 
 
Fazîle Bagiş jî, da zanîn ku tecrîd sûcê mirovahiyê ye û wiha axiv: “Ji bo rakirina tecrîdê damleyek xwîna me jî bimîne, emê li ber xwe bidin û têbikoşin. Bila ev tecrîda li ser gelê Kurd rabe. Tişta dikeve ser milê me berxwedan e. Em ê berxwedana xwe bidomînin. Êdî tu hêviyên me ji vê hikumeta faşîst ne ma ye. Divê em bi xwe hebûna xwe biparêzin û li ber xwe bidin.”
 
'SERKEFTIN A ME YE' 
 
Îmal Kûm jî, destnîşan kir ku heta tecrîd bi dawî nebe, ev zilma li ser gel jî dê tim dewam bike û wiha bilêv kir: “Ez bencna xwe  li ber çalakgeran ditewînim. Ew çi bikin jî, dê serkeftin a me be. Ez serkeftinê ji hevalên di greva birçîbûnê dene re dixwazim. Hêviya wan hêviya me ye. Teqez me serbikevin.” 
 
'EMÊ JÎ MÎNA WAN LI BER XWE BIDIN' 
 
Nezîfe Tosûn jî, got: “Emê li ber xwe bidin. Em li pişt wane.” Zahîde Beyar  jî, berxwedana zindanan silav kir û wiha axivî: “Hemû gelê Kurd ji bo Leyla Guven li ber xwe dide. Em serkeftinê jê re dixwazin. Leyla ji bo gelê Kurd bedena xwe ji birçîbûnê re razandiye.”