Kotan a ji ber ducanî bû ji kar hat avêtin, doz qezenç kir

  • jin
  • 08:44 21 Adar 2019
  • |
img

STENBOL - Karker Sevda Kotan a di kafeya di bin baneya Şaredariya Kadikoyê de kar dikir û ji ber ducanî bû ji kar hat avêtin, doz vekir û piştî 3 sal şûnde doz qezenç kir. Kotan, ger ku disa dest bi kar neke, vê carê dê doza “cudakariyê" veke. 

Karkera Şaredariya Kadikoyê ya Stenbolê Sevda Kotan a ku di kafeyek şaredariyê de kar dikir û ji ber ducanî bû ji kar hat avêtin, piştî 3 salan doz qezenç kir. Sevda Kotan di 3'ê Sibata 2016'an de destûra zayinê girt û ket destûrê. Kotan ku derket destûra zayinê, di 22'ê Sibata 2016'an de bi hinceta “kafeyê zerar kiriye û dê kafeyê bigire' dawî li karê wê anî. Pişti bûyerê Kotan, li 15'emîn Dadgeha Kar a Anadolu doza paşvegirtina kar vekir. Piştî Kotan doz vekir 3 sal şûnde doz bi encam bû. Kotan doz qezenç kir. Kotan, diyar kir ku wê daxwaznameya destûra zayinê stendiye û ne ji ber sedemên karsaz diyar dike ji kar berdaye. Piştî heyetê li îfadeyên aliyan guhdar kir biryar da û diyar kir ku tu sedemên Karsaz Kotan ji kar derxe tune ye û biryara ku Karsaz dîsa karê wê bide da. 
 
Karsaz jî biryara dadgehê ya ku disa Kotan li kar vegere îtîraz kir û serî li Dadgeha Edliyeya Herêmê da. 29'emîn Daîreya Hiqûqê ya Îstînafê îtîraza karsaz red kir û biryara dadgeha herêmî erê kir. 
 
Parêzera Kotan Încî Alptekin, diyar kir ku karsaz sedemên kar datîne holê û wiha got: "dema me doz vekir hêj şîrket nehatibû girtin. Di heman demê de çend kesên ji kar dûr xistin dîsa paşve karê wan da wan. Tenê Sevda dîsa negirtin kar. Ew jî ji ber zayînê hilnedan kar. Me belge û dosyayên xwe pêşkêş kirin. Li gorî xala 5'emîn a Zagona Kar a rêgeza wekheviyê me serlêdan kir."
 
Alptekin, anî ziman ku biryarê bi vî rengî pir kêm in û wiha bi dawî kir: Ji bo hêjmara biryarên bi vî rengî zede bibe em ketin nava hewldanan. Karker dê 4 meh heqê xwe yê vala bistîne. Dîsa dê tazmînata cudakariyê ya 4 mehan bistîne. Ger ku disa li kar venegerîne em dê doza cudakariyê vekin."