Polîsan mudaxeleyî ‘Çalakiya rawestandinê’ kir: 14 jin binçav kirin

  • jin
  • 16:23 20 Adar 2019
  • |
img

AMED – Li Semta Ofîsê ya Amedê 14 jinên xwestin “çalakiya rawestandinê” ya ji bo piştigiriya Leyla Guven li dar bixin rastî mudaxaleya polîsan hat û bi derbkirinê hatin binçavkirin.

Li Semta Ofîsê ya Navçeya Yenîşehîra Amedê 14 jin hati ba hev û bi armanca desteka ji bo Hevseroka KCD’ê Leyla Guven a 133 roj in li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ye “çalakiya rawestandinê” li dar xistin. Jinên ku fularên wêneyê Leyla Guven li ser xistin stûyê xwe demek li ser kolanê rawestiyan. Polîsan jinan dorpêç kir û binçav kirin. 

 
14 JIN BINÇAV KIRIN 
 
Jinan di çalakiya xwe israr kir û rastî mudaxeleya polîsan hatin. Hevseroka DBP’a Amedê Rewşen Karademîr, Hevseroka Rêxistina HDP’a Yenîşehîrê Demekt Ozkaran, Hevseroka HDP’a Sûrê Sevîm Coşkun, Endama Meclîsa HDP’ê Nevriye Çur, aktîvîstên TJA’yê Safiye Akdag, Remziyet Sizici, Ronda Bat, Halîme Akyol, Leyla Înal, Ayten Aytîn û Ayfer Bakir di nav de 14 jin ji aliyê polîsan ve hatin derbkirin û binçavkirin. 
 
Dema polîsan jinan binçav kir mertalên xwe bilind kirin û nehiştin kêliyê binçavkirinê ji aliyê rojnamegeran ve bê kişandin. 
 
Di vê kêliyê de Parlamenterê HDP’ê ya Amedê Musa Farîsogullari hat Kolana Hunerê û bertek nîşanî polîsan da. 
 
Jinên hatin binçavkirin birin Miduriyeta Polîsan a Amedê.