Ji TJA peyama Newrozê: Em bibin lehî û biherikin qadan

  • jin
  • 13:12 20 Adar 2019
  • |
img

AMED - TJA'yê Cejna Newroz li gel pîroz kir û got: "Em hemû jin bibin lehî û biherikin qadên Newrozê û mizgîniya serkeftina berxwedanê biqîrîn.

 
Tevgera Jinên Azad (TJA), bi boneya 21'ê Adarê Cejna Newrozê, peyamek nivîskî weşand. TJA di peyama xwe de Newroza hemû gelên têkoşîna azadî û serbixwetiyê didin, pîroz kir û wiha got: "Dehaqên vê serdemê li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û her qada jiyanê tecrîdê ferz dike. Li di jî vê tecrîdê ji aliyekî ve berxwedana greva birçîbûnê ya bi pêşengiya Leyla Guven li çar aliyên dinyayê belav bûye, li aliyê din di şexsê Zulkuf Gezen de berxwedan bûye sembol. Îro çalakiya Leyla Guven pêşengtiya hemû jin û gelên cîhanê dike."
 
‘EM BI HERIKIN QADAN’
 
TJA, di dewama daxuyaniya xwe de wiha got: "Desthilatdariya faşîzma AKP û MHP'ê ya herî zêde êrîşî jinan dike, di heman demê de civakê cihê dike, hemû kesan dike dijmin û mafê jiyanê yê mirovan nas nake. Peyama ku di vê Newrozê de emê bidin desthilatedariyê divê  net be. Peyama di Newrozê de were dayîn wê ji bo hilbijartinên herêmî yên 31'ê Adarê bibe bersiva jinan û gelan hemûyan a li dijî tifaqa faşîzmê.  Em jinên TJA'yî rêhevalên Leyla Guven, dê bi şîara 'teqez emê qezenc bikin' li qadên Newrozê bin. Emê tecrîda li dijî Birêz Abdullah Ocalan ê heviya azadiya gelane, bişkînin. Em ê li dijî Dehaqên îroyîn ji bo hemû jinan li ber xwe bidin. Emê berxwedana xwe bi agirê Newrozê gur bikin û ji bo bibin dengê Leyla Guven, emê li qadên Newrozê bikin. Em weke TJA bang li hemû jinan dikin ku bibin lehî û biherikin qadên Newrozê û mizgîniya serkeftina berxwedanê biqîrîn."