Wê li Kadîfekaleyê jin li Qada Gundogdûyê agirê têkoşîna Rahşanê gur bikin

  • jin
  • 09:31 19 Adar 2019
  • |
img

ÎZMÎR - Li Kadîfekaleyê amadekariyên Newrozê didomin. Jinan diyar kir ku ew ê bi ruhê têkoşîna Rahşan Demîrelê biçin Qada Gundogdûyê û gotin: "Em ê bibin dengê Leyla Guven." 

Di 21'ê Adara 1992'yan de wezîrê karên navxweyî yê wê demê Îsmet Sezgîn pîrozbahiya Newrozê qedexe kiribû. Lê belê gelê li Kadîfekaleya Konaka Îzmîrê, tevî hemû qedexyan jî daketin kuçeyan û Newroz pîroz kirin. Di heman demê de wê çaxê ldi pîrozbahiyên li Cizîr û Nisêbînê jî hêzên dewletê êrîşî gel kiribû û di êrîşan de gelek kes jiyana xwe ji dest dabûn. Rahşan Demîrel li dijî van êrîşan û kuştinan li ser sûrên Kadîfekaleyê agir berdana bedena xwe. 
 
Wê îsal li Îzmîrê Newroz bi dirûşmeya "Em ê bi ser bikevin, em ê tecrîdê bişikînin" li Qada Gundogdûyê bê pîrozkirin. 
 
Hesîna Kaygisiz, diyar kir ku ji bo gelê Kadîfekaleyê Newroz pir girîng e. Kaygisiz, bilêv kir ku piştî Rahşan Demîrelê agir bi bedena xwe xist destûra pîrozkirina Newrozê hatiye dayîn û got: "Agirê Newroz Kadîfekaleyê ji Îzmîrê xuya dikir. Di sala 2017'an de hat qedexekirin. Lê dîsa jî me agirê xwe vêxist û Newroz pîroz kir. Roja Newrozê serê sibehê me nimêja xwe dikir, saet di 7'ê sibehê de me xwarina xwe çêdikir û me kincên xwe li xwe dikir. Ji bo pîrozkirina Newrozê em diçûn Hîpodromê. Li qada Newrozê me temeziyên xwe yên kesk û sor û zer li serê xwe girêdida û me govend digerand." 
 
‘LEYLA GUVEN AGIRÊ NEWROZÊ GEŞ KIR' 
 
Kaygisiz, destnîşan kir ku ew ê îsal bi agirê Newrozê tecrîdê bişikînin û niha ev meşale di destê Leyla Guvenê de ye. Kaygisiz got: "Kes nikare agirê Newroza me bitefîne. Em extiyar bibin jî wê zarokên me agir vêxin. Em ê îsal li Qada Gundogdûyê bin. Wexta behsa Newroza Îzmîrê tê kirin Kadîfekale tê bîra mirov." 
 
‘EM Ê BIBIN DENGÊ LEYLA GUVENÊ' 
 
Şukriye Mencîk jî anî ziman ku 50 sal in ew li Kadîfekaleyê dijî û wê îsal gel li qada Newrozê li dijî rûxandin, dagirkirin, neheqî û cihêkariyê hêrsa xwe biqîre. Mencîk, anî ziman ku astengî çi dibin bila bibin ew ê agirê Newrozê gur bikin û got: "Beriya Newrozê bi rojekê em ê hinê li destê xwe bikin û dakevin Qada Gundogdûyê û bibin dengê Leyla Guvenê." 
 
‘WÊ TÊKOŞÎNA RAHŞANÊ LI QADA GUNDOGDÛYÊ BE' 
 
Zubeyde Kaya jî, diyar kir ku ew ê îsal pîrozbahiya sereke di 1'ê Nîsanê de bikin. Kaya, destnîşan kir ku Afar meha berxwedanê ye û got: "Ji Kawayê Hesinkar heta niha çandeke me ya têkoşînê heye. Em kurd ne şer, doza aştiyê dikin û em ê ji bo aştiyê li qadan bin. Her ku em li qadan bin wê têkoşîna Rahşan Demîrelê jî bi saya me jinan li Qada Gundogdûyê be." 
 
MA / Rûken Demir