Cizîrî ji niha ve amadekariyên Newrozê dikin

  • jin
  • 09:12 17 Adar 2019
  • |
img
ŞERNEX – Li Cizîrê, ji niha ve jin ji bo Newrozê amadekariyên xwe yên kincên gelêrî dikin. Terzî Kûrdê Aşkin, diyar kir ku herî zêde kincên spî yên rengîn tên tercîhkirin. 
 
Li Cizîra Şirnexê, her sal Newroz bi beşdarbûyîna bi deh hezaran tê pîrozkirin. Ji bo Newroza îsal ji niha ve amadekarî dest pê kirine. Jin û zarok ji bo Newrozê kincên gelêrî ji xwe re didin dirûtin û bi heyecan li benda Newrozê ne. Terzî Kurdê Aşkin ku li Taxa cûdiyê kincên gelêrî didirû, diyar kir ku ji niha ve gelek kes kincan didin dirûtin. Aşkin, bilêv kir ku ji xeynî kiras û fîstanan herî zêde kincên gelêrî yên spî ku ji wan re Batuyanî tê gotin tên tercîhkirin û got: "Biçûk ji mezinan bêtir tên kincan didin dirûtin. Bi piranî Batûyanî tê tercîhkirin." 
 
‘COŞA ÎSAL CUDA YE' 
 
Aşkin, anî ziman ku heyecana îsal a ji bo Newrozê ji ya salên berê cudatir e û ggot: "Piştî qedeya derketina derve, dilê her kesî êşiya. Coş hebû, lê hizn jî hebû. Loma coşa Newroza îsal cuda ye. Her wiha ji ber hilbijartin jî heye, amadekariyên îsal pir cuda ne." 
 
'EM JI XW EBAWER IN' 
 
Aşkin, bilêv kir ku Newroz ji bo gelê kud pir girîng e û got: "Ji niha ve Newroza her kesî pîroz be. Em ji xwe bawer in, em ji Botanê bawer in. Em her tim reqorê dişkînin. Hêvîdar im, wê ev Newroz bibe Newroza aştiyê û mazlûm bi ser bikevin."