'Astengkirina dengdayîna jinên li sitargehan binpêkirina mafan e'

  • jin
  • 09:01 17 Sibat 2019
  • |
img
STENBOL – Bi hinceta ewlehiyê mafê bikaranîna 40 hezar jinên li sitargehan dimînin tê astengkirin. Dildara Mor Çatiyê Bûrcû Çolak, destnîşan kir ku ev yek binpêkirina mafan e û got: "Divê li hemû navçeyên sitargeh lê hene sindoq bên danîn û divê agahiyên der barê van sindoqan û jinan de veşarî bin." 
 
Wekî her hilbijartinê, wê di hilbijartina 31'ê Adarê de jî jinên li sitargehan dimînin nikaribin dengê xwe bi kar bînin. Ev yek bi hinceta ewlehiyê tê astengkirin. Dildara Weqafa Sitareyên Jinan a Mor Çatiyê Bûrcû Çolak, bertek nîşanî vê yekê da.  Çolak, bilêv kir ku li gorî daneyên sala 2017'an kapasîteya giştî ya sitareyan li dor 3 hezar û 600'î ye. Çolak, da zanîn ku li van sitareyan zarok jî hene  û di nav salekê de hejmara jinên li sitareyan bûye 40 hezar. 
 
Çolak, bilêv kir ku diyar kir ku di dema dengdayînan de sindoqên jinên der barê wan de biryara nepeniyê heye ne veşarî ne. Çolak, anî ziman ku her çend navnîşana jinên li sitareyan ŞONÎM (Navenda Astengkirin û Şopandina Şidetê) be jî, lê sindoqaên wan nehatine guherandin. Çolak got: "Ev tê wateya ku jinên ji ber şidetê hatine parastin, sindoqa wan û hevjînê wan ê şidetê li wan dike li heman cihî ne. Ê şidetê dike ne hevjînê wan be jî, dîsa YSK agahiyên sindoqan ên van jinan venaşêre. Bi hejmara T.C. herkes dizane wê kî li kuderê dengê xwe bi kar bîne. Ev ji bo şopandineke bi israr cihê rîskeke mezin e. Ji bo vê me serî li YSK û ŞONÎM'ê da, lê belê dibêjin berî sindoqên wan bên diyarkirin divê ji bi guherandinê serlêdan bê kirin. Yanî piştî sindoqa bên guherandin, ne mimkun e ku jinên ji malê sindoqên xwe biguherînin. Ji bo guherandina sindoqaê, ragihandina navnîşana nû beriya hilbijartinê ye. Lê divê ŞONÎM û saziyên fermî yên bi hev re tevkariyê dikin, vê yekê bikirana. Diviya di dema dengdayînê de ŞONÎM û YSK bi hev re rêbazek bi pêş bixistana. Ji bo vê hîn jî tiştek nehatiye kirin." 
 
‘ÊN DER BARÊ WAN DE BIRYARA VEŞARÎ TUNE YE JÎ NIKARIN DENG BI KAr BÎNIN' 
 
Çolak got: "Dibe di wê demê de der barê hemû jinên li sitareyan de biryara veşariyî tune be. Dibe biryara veşarî nehatibe dayîn, an jî qediya be. Jixwe di demên dawî de em dibînin ku dema biryara veşarî hatiye kinkirin. Berê 6 meh bû, niha mehek an jî du meh e. Her wiha ên der barê wan de biryara veşarî tune be û ji şidetê hatine dûrxistin û li bajarekî din ji sitareyê destekê digirin jî nikarin deng bi kar bînin. Çimkî, navnîşana wan naynin sitareyê. Ev rewş ji bo jinên ku li sitareyan namînin, lê belê ji ber şidetê ji malê veqetiyane jî derbasdar e. Ji bo jinên li sitareyan namînin an jî ji sitareyan derketine dibe briyara veşarî hebe. Ew jî nikarin deng bi kar bînin." 
 
‘BINPÊKIRINA MAFAN' 
 
Çolak, destnîşan kir ku ev yek ne rast e û got: "Ji bo vê jî divê pêşî rê û rêbazek bê pêşxistin. Li Tirkiyeyê sitareya ewil di sala 1992'yan de hat vekirin. Lê belê hîn jî xweşikî tu pêşketin çênebûne." 
 
'DIVÊ LI SITAREYAN SINDOQA BÊN DANÎN' 
 
Çolak, destnîşan kir ku li sitareyan helbet jin ne di şertên girtîgehê de ne û got: "Bi hin tevdîran, jin bi plansaziyên xwe beşdarî jiyana civakî dibin. Derdikevin derve, jiyana xwe didomînin. Jixwe dûrketina ji şidetê û avakirina jiyaneke nû divê wisa be. Ji bo jinên li sitareyan û ji ber şidetê cihê xwe guherandine, divê sindoqên veşarî bên danîn. Ev yek ne zehmet e. Divê li hemû navçeyên sitare lê hene sindoq bên danîn û divê agahiyên der barê van sindoqan û jinan de veşarî bin." 
 
MA / Necla Demir