Jinên ciwan ji bo tecrîdê û grevên birçîbûnê li hev dicivin

  • jin
  • 09:04 16 Sibat 2019
  • |
img

AMED - Meclîsa Ciwanan a HDP'ê, wê li Amedê bi beşdarbûyîna 300 delegeyên jin ji bo tecrîdê, grevên birçîbûnê û mijara tecawizê bên cem hevdu. Endama Desteya Rêvebir a Meclîsa Ciwanan Buşra Kûyûn, ji bo vê hevdîtinê bang li jina kir. 

Wê Meclîsa Ciwanan a HDP'ê di 17'ê Sibatê de li Amedê "Hevdîtina Jinên Ciwan" li dar bixe. Endama Desteya Rêvebir a Meclîsa Ciwanan Buşra Kûyûn, diyar kir ku ew ê vê hevdîtinê bi dirûşmeya "Bi ruhê jinên ciwan li ber xwe bide, tecrîdê bişikîne" û "Jiyana azad bi jina azad pêkan e" li dar bixin. Kûyûn, anî ziman ku wê ev hevdîtin bi beşdarbûyîna 300 delegeyan pêk bê û wê tecrîdê, grevên birçîbûnê, mijara taciz û tecawizê nîqaş bikin. Kûyûn, ji bo beşdarbûyînê bang li hemû jinan kir. 
 
Kûyûn, destnîşan kir ku pêvajoya heyî pêvajoyeke giran e û got: "Di vê pêvajoya siyasî de hin berpirsiyarên me hene; divê em berxwedan û têkoşînê bilind bikin. Berê jî me konferasneeke jinên ciwan li dar xistibû. Ji wê çaxê heta niha me hin xebat kirin. Me li Serhad, Botan, Çûkûrova, Marmara, Ege û Amedê civînên jinên ciwan çêkirin. Her wiha me fîlm pêşandan û hiin atolye li dar xistin. Em ê hewl bidin ku atolyeyên zyaenda civakiyî jî li dar bixin. Gelek jinên ciwan tev li me bûn. Wisa bawer dikim ku wê ev hevdîtin jî bi coşeke mezin bê lidarxistin." 
 
'ÇANDA TECAWIZÊ HAT NÎQAŞKIRIN' 
 
Kûyûn, diyar kir ku ew ê bi hev re li dijş polîtîkayên li hemberî jinan bitêkoşin û ew ê feraseta zilam  pûç bikin. Kûyûn got: "Di xebatên ji bo amadekariyên hevdîtina jinan de, mijarên wekî jina ciwan kî ye, divê jina ciwan bibe pêşenga pêşengiyê û faşîzma zilamî ya li jina ciwan tê ferzkirin hat nîqaşkirin. Çanda tecawizê jî hat nîqaşkirin. Her wiha ji bo serdema nû der barê bilindkirina têkoşînê biryar hatin girtin û plansaziyên nû hatin kirin." 
 
'ROLA JINÊ DI ŞEXSÊ GUVENÊ DE PÊK TÊ' 
 
Kûyûn, anî ziman ku ew di pêvajoyeke pir dîrokî re derbas dibin û têkoşîna vê yekê di şexsê Leyla Guven de didome û got: "Tecrîd di şexsê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de li hemû gelê Kurdistanê û bi taybetî jî li jin û ciwanan tê ferzkirin. Di vî warî de Leyla Guven, ji bo bersiveke pir cidî û xurt bide dest bi greva birçîbûnê kir. Bedena xwe da ber birçîbûnê. Rola dîrokî ya jinê di şexsê Leyla Guven de pêk tê. Xwedîderketina li berxwedana hevala me Leyla Guven û mezinkirina vê têkoşînê peywira jinên ciwan e. Wê li dijî tecrîdê plansazî û çalakiyên me yên xweser hebin." 
 
Kûyûn, ji bo têkoşînê bang li jinên ciwan hemûyan kir.