KA.DER: Eger partiyên din jî samîmî bin divê wekî HDP'ê pergala hevserokatiyê pêk bînin

  • jin
  • 09:03 16 Sibat 2019
  • |
img

STENBOL - Seroka KA.DER'ê Nûray Karaoglû, anî ziman ku ger partiyên siyasî di hilbijartina herêmî de di warê temsîliyeta wekhev de wekî HDP'ê samîmî bin dikarin pergala hevserokatiyê an jî pergalên bi vî rengî di mekanîzmaya xwe ya hundurîn de pêk bînin û got: "Eger îtifaqa partiyan ji îtifaqa li ser esasê zilamtiyê bê dûrxistin û ji bo aramiya civakê bê veguherandin û jinan esas bigirin, wê çareserî bi rihetî pêk bê." 

Beriya hilbijartina herêmî ya 31'ê Adarê, di warê namzetan de temsîliyeta wekhev tê nîqaşkirin. Seroka Komeleya Destekkirina Namzetên Jin (KA.DER) Nûray Karaoglû, di rêveberiyên herêmî de bal kişand ser girîngiya jinan. 
 
‘WÊ HDP WEKHEVIYÊ PÊK BÎNE' 
 
Karaoglû, hilbijartina 31'ê Adarê ya ku dê bê çêkirin û ya 2014'an da ber hev û got: "Di hilbijartina herêmî ya 2014'an de ji 4 hezar û 758 namzetan tenê 451 jê jin bûn. Niha jî li gorî hejmarên ne fermî 3 hezar û 636 namzet hene û ji evana tenê 245 jê jin in. Ji 297 namzetên AKP'ê tenê 24 jê jin, ji 898 namzetên CHP'ê 45 jê jin in, ji 750 namzetên MHP'ê 14 jê jin in û ji 290 namzetên HDP'ê 155 jê jin in. Li gor hejmarên heyî rêje nebaş e. Wê dîsa jin neyên dîtin. An wê partiyên siyasî di polê de bimînin an jî wê qet nikaribin polê derbas bikin." 
 
‘DIVÊTIYA SIYASETÊ DÎTINA DER BARÊ JINÊ DE YE' 
 
Karaoglû, di rêveberiyên herêmî de bal kişand ser girîngiya jina û diyar kir ku divê rêveberiyên herêmî bibin bersiva pêdiviyên jinan. Karaoglû got: "Mesela jineke li tax an jî li navçeyeke Enqereyê dijî. Dixwaze dengê xwe ragihîne parlementeran an jî şaredariyan. Di navbera vê de ferq heye. Her zayend pêşî li gorî pêdiviyên xwe biryaran digire. Wexta jineke ku bi şev diçe mala xwe, ew rageşiya lê peyda dibe ne mimkun e mêr fêm bike. Divêtiyeke siyasetê ye ku pêkanînan bi dîtina jinê bike." 
 
'GER SAMÎMÎ BIN DIKARIN WEKÎ HDP'Ê ÇARESERIYAN HILBERÎNIN' 
 
Karaoglû, bilêv kir ku HDP bi pergala hevserokatiyê temsîliyeta wekhev li civakê peyda dike û got: "Em wek KA.DER wexta bi partiyên siyasî re hevdîtinê çêdikin û wexta bal dikişînin ser wehameta rêjeya temsîliyeta jinê, partiyên siyasî jî behsê tînin ser guherandina qanûna partiyên siyasî û em jî dibêjin 'bi awayekî fizîkî baskên we yên jina hene, lê belê budçeyeke wan a taybet û erka wan a îmzeyê tune ye.' HDP jî li Tirkiyeyê partiyeke ku tabiî vê qanûnê ye. Yanî li vir a girîng neyt . Eger hûn ji bo vê neytê samîmî bin, hûn dikarin çareseriyên bi vî rengî di mekanîzmanyên xwe yên hundurîn de pêk bînin. Tiştên di qanûnan de hene, nayê wateya ku tim pêk tên. Li vir pêdivî bi feraseteke veguherîner jî heye. Li rojavayê welat jî pêkanîna hevserokatiyê girêdayî vîna kesên biryarê dide. Navê pergalê ne muhîm e. A girîng ew e ku bikaribin bêjin nêviyê civakê jin in û divê di temsîliyet de jî ew hebin. Eger îtifaqa partiyan ji îtifaqa li ser esasê zilamtiyê bê dûrxistin û ji bo aramiya civakê bê veguherandin û jinan esas bigirin, wê çareserî bi rihetî pêk bê."
 
Karaoglû, diyar kir ku di her hilbijartinê de jinên li hêwirgehan dengan bi kar naynin û wê di vê hilbijartinê de jî dengê xwe bi kar neynin. Karaoglû, diyar kir ku divê ji bo van jinan jî çareseriyeke bê peydakirin. Karaoglû, destnîşan kir ku di qanûna bingehîn de mafekî herî girîng jî mafê hilbijartinê ye û got: "Binpêkirina vî mafê jinên li hêwirgehan li dijî qanûna bingehîn e." Karaoglû, anî ziman ku divê jinên li wir jî bikaribin vî mafê xwe yê qanûna bingehîn bi kar bînin û ev yek jî peywira hikûmetê ye. 
 
'BILA JIN DENGÊ XWE NEDIN ZILAMAN' 
 
Karaoglû, diyar kir ku ew wek komele di her hilbijartinê de ji bo namzetên jin dixebitin û perwerdehiyê didin û ji bo jin di jiyana siyasî de hebin têdikoşin. Karaoglû, diyar kir ku ên jinan hildibijêrên mêr in û divê jin li hemberî vê tevdîran bigirin. Karaoglû got: "Divê jin li hember vê pergala ku bi sedan sale dewam dikie modeleke rêxistinbûyî pêş bixin. A divê em bikin ev e; bi salan e em li bendê ne ku mêr me binrixînin û têxin rêzê, lê divê jin piştgiriyê bidin hevdu. Her wiha jinên deng bi kar tînin jî ji sedî 51'ê civakê ne. Di vî warî de hêzek me heye. Divê jin jinan hilbijêrin û dengê xwe nedin zilaman. Divê li gorî fikra xwe ya siyasî dengê xwe bidin jinên nêzî xwe. Divê ji vê hilbijartinê ve dest pê bikin û êdî dengê xwe nedin mêran. Çimkî wexta jin hebe, edalet jî heye. Jin hebe, demokrasî û wekhevî jî heye." 
 
MA / Necla Demir