TJA bertek nîşanî ceza dayîna Tuncel û Kişanak da

  • jin
  • 15:48 4 Sibat 2019
  • |
img

AMED - TJA’yê, bertek nîşanî ceza dayîna Hevseroka Giştî ya DBP’ê Sebahat Tuncel û Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak da û got: “Polîtîkayên dişminantiya jinan dikin dê bin bikevin, vîn û berxwedana jinan dê qezenc bike.”

 
Tevgera Jinên Azad (TJA), darbarê ceza dayîna Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ê Sebahat Tuncel û Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak a qeyûm tayînê cihê wê hat kirin de, li ber avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê ya Amedê daxuyanî da çapemeniyê. Polîsên ku avahiya partiyê bi maşîneyên zirxî kiribûn ablukê, destûr nedan daxuyanî bê dayîn. Jinan bi berz kirina dirûşmeyên “Bijî berxwedana zindana” û “Emê bi berxwedanê qezenc bikin” astengkirina polîsan şermezar kirin.
 
Jinan ligel hemû astengiyên polîsan jî li ber deriyê avahiya partiyê daxuyanî dan. Aktîvîsta TJA Yuksel Almas, daxuyanî da û wiha got: “Tuncel û Kişanak jiyana xwe diyarî têkoşîna azadiya jinan kirine. Cezayên ji bo wan hatin dayîn, êrîşa li dijî têkoşîn û destkeftiyên jinane. Tifaq û daraza AKP û MHP’ê dijminantiya jinan dike. Dixwaze têkoşîna ji têk bibe û hemû mafê jinan xesp bikin. Êrîşên li ser hevalên me Tuncel û Kişanak ku nenerên girîng ên siyaseta jinane, di heman demê êrîşên li ser têkoşîn û  baweriya azadiya jinane.” 
 
‘BERXWEDANA JINAN DÊ QEZENC BIKI’
  
Almas, da zanîn ku ewê têkoşîna jinan mezintir bikin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Emê berxwedana jinan kurtir bikin û hemû êrîşan vale derbixin. Weke tevgera Jinan, em berxwedana birûmet a hevalên xwe  Leyla Sebahat, Selma û Gultan silav dikin. Têkoşîna me ya li dijî van êrîş û gefan teqez dê qezenc bike û emê bi berxwedana xwe van polîtîkayên dijminane vale derbixin. Teqez dê polîtîkayên dijminantiya jinan bin bikeve, berxwedan û vîna jinên li hemberî faşîzma 12’ê Îlonê serî natewînin dê qezenc bike.”