‘Divê di bin banê zewicandinê de îstismarkirina zarokan neyê rewakirin'

  • jin
  • 09:02 3 Sibat 2019
  • |
img
AMED - Parêzer Asli Pasînlî, pêşnûmaya efûya îstismarê wekî "qanûnîkirina tecawuzê" wesifand û bilêv kir ku di bin navê zewacê de, divê îstismarkirina zarokan neyê rewakirin. 
 
Hikûmetê di 2016'an de qanûneke der barê îstismara zayendî ya zarokan de derxist. Li gor vê qanûnê, ger mexdûr bi kiryar re bizewice wê cezayê wî bê taloqkirin. Lê belê piştî jinan bertek nîşan da ev qanûn hat rawestandin, lê niha careke din ket rojevê. Seroka Navenda Şêwirmendiyê ya Mafên Jinan a Baroya Amedê Parêzer Asli Pasînlî, ev yek nirxand. 
 
Pasînlî, diyar kir ku heman tişt di sala 2016'an de jî ketibû rojevê, lê belê piştî rêxistinên jinan daketin kuçeyan îktîdar mecbûr ma pêşnûmayê bi paş ve bixîne. Pasînlî got: "Niha li holê tu pêşnûma tune ye. A rast tenê me bihîst ku wê efûyeke bi vî rengî çêbibe. Rêxistinên jinan li hemberî vê yekê derdor çêkirine. Bi îmzeya 165 rêxistinên jinan deklerasyonek hat weşandin. Gelek derdor bertek nîşan didin." 
 
‘DIVÊ QANEBÛNA ZAROK NEYÊ BILÊVKIRIN' 
 
Pasînlî, destnîşan kir ku di qanûnê de zewaca di temenekî biçûk û zarokatiyê de sûc e û got: "Ji bo zewaca bi rêyên fermî nehatiye kirin û ji bo mexdûriyeta hevjînan û malbatan ji holê bê rakirin efûyek wisa xistine rojevê. Halbûkî îstismarkirina zayendî sûc e. Kes nikare behsa qanebûna zarokên di biniya 15 salan de bike. Hem Peymana Mafên Mirovan a Zarokan hem jî Peymana Stenbolê li dijî vê yekê ye." 
 
'TECAWUZ NAYÊ REWAKIRIN' 
 
Pasînlî, tecawiz, îstismarkirina zarokan, zewaca di temenên biçûk de sûc e û got: "Divê di tu sererastkirinên qanûnî de ev tişt bi awayekî veşarî neyên dayîn. Çimkî, tecawiz çawa dibe bila bibe, di bi rêyên hiqûqî nayê rewakirin. Loma divê tu kes qanûnan berbayî vê neke. Bi rastî jî, ger li holê mexdûriyetek hebe, divê ev yek di çarçoveya îstismarkirina zarokan de esas bê girtin." 
 
‘ZEWICANDINA ZAROKAN TEŞWÎQ DIKE' 
 
Pasînlî, diyar kir ku eger ev pêşnûma bê qebûlkirin wê polîtîkayeke necezakirinê têkeve dewrê û got: "Gelek rêxistinên jinan diyar dikin ku ev efû ne ji bo carekê ye. Şik û gumana ku dê polîtîkayên necezakirinê pêk bên li jinan û civakê peyda dibe. Efûyeke wisa çêbibe, wê zewicandin û îstismarkirina zarokan bê rewakirin." 
 
Pasînlî bal kişand ser pêşnûmaya ku hewl dide temenê vînî daxe 12 salan û got: "Di sala 2016'an de jî ya li dijî wê hat derketin ev bû. Niha dibêjin, wê ev efû ji bo rewşên cebîr û şidet tê de tune ye bê. A rast dixwazin vê bêjin; eger cebîr û şîdet tê de tune be, kesên bi rêyên derqanûnî zewicîne bila bên efûkirin. Li gor wan ev yek ne îstismarkirin e. Îstismarkirina zayendî sûc e û divê di tu qanûnê de di bin banê zewicandinê neyê rewakirin. Eger efûyek wisa çêbibe, wê deriyên teşwîqkirinê bên vekirin. Zewicandin, sûcê îstismarkirina zayendî ji holê ranake." 
 
Pasînlî, bilêv kir ku peywira sereke ya dewletê parastina zaroka ye û divê di mewûzatê de ji bo vê qanûn û polîtîka bên çêkirin. 
 
MA / Esra Solin Dal