‘Em ê bibin dengê Guven û girtiyan’

  • jin
  • 13:36 31 Çile 2019
  • |
img

EDENE – Meclîsa Jinan a HDP’a Edeneyê diyar kir ku ew ê bibin dengê berxwedana Leyla Guven û girtiyan û xwest tecrîd demildest bê rakirin. 

 
Meclîsa Jinan a HDP’a Edeneyê bi boneya balê bikişînin ser tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çalakiyên greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD’ê û Parlamentera HDP’ê Leyla Guven û girtiyên din li avahiya HDP’a Edeneyê civîna çapemeniyê li dar xist. 
 
Gelek kes beşdarî civînê bûn. Berdeveka Meclîsa Jinan a HDP’a Edeneyê Saniye Seçgîn di civînê de axivî û çalakiya Leyla Guven û 281 girtiyên bi daxwaza rakirina tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne bi bîr xist. 
 
'DAXWAZA ME YE JÎ’ 
 
Seçgîn diyar kir ku bi boneya aştî were welat greva birçîbûnê ya çalakgeran gihîştiye merhaleyek krîtîk û got: “Daxwaza wan mirovî, hiqûqî û wîjdanî ye. Em bang li rayedaran dikin ku demildest bersivê bidin daxwazê û tecrîdê rake.” 
 
Hevseroka Rêxistina DBP’ê ya Edeneyê Şukran Efeturk jî got daxwaza Guven û ya girtiyan daxwaza wan e. 
 
‘EM Ê BIBIN DENGÊ BERXWEDÊRAN’ 
 
Endama Meclîsa Jinan a HDP’a Edeneyê Emîne Adibellî jî destnîşan kir ku ew ê bibin dengê berxwedana Leyla Guven û girtiyan. 
 
Endama Meclîsa Jinan a HDP’a Edeneyê Suzan Kiliç jî diyar kir ku ew li gel Leyla Guven û girtiyan cih digirin û ji bo daxwaza wan dê têbikoşin.