'Leyla Guven berxwedana li Zindana Amedê dewr girt'

  • jin
  • 09:12 19 Çile 2019
  • |
img

AMED - Aktivîsta TJA'yê Gulcîhan Şîmşek ku di 12'ê Îlona 2012'an de li girtîgehê ket greva birçîbûnê got: "Di 12'ê Îlonê de Kemal Pîr û hevalên wî li Zindana Amedê li dijî bêhiqûqiyan li ber xwe dan; niha jî Hevseroka KCD'ê Leyla Guven ev berxwedan dewr girtiye." 

Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdroveger a Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku ji bo bidawîbûna tcerîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan da destpêkirin di roja 73'yan de didome. Her wiha bi heman daxwazê li girtîgehan jî çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyan didome. Aktivîsta Tevgera Jina Azad (TJA) Gulcîhan Şîmşek ku di sala 2012'an de tev li çalakiya greva birçîbûnê ya 68 rojan dewam kir bû, diyar kir ku daxwazên Guvenê daxwazên mafdar û rewa ne û got: "Di 12'ê Îlonê de Kemal Pîr û hevalên wî li Zindana Amedê li dijî bêhiqûqiyan li ber xwe dan; niha jî Hevseroka KCD'ê Leyla Guven ev berxwedan dewr girtiye." 
 
ÇALAKIYA GREVA BIRÇÎBÛNÊ YA 2012'AN 
 
Şîmşek, bi bîr xist ku di sala 2012'an de ji ber dosyeya sereke ya KCK'ê hatiye girtin û got: "Ocalan dihat tecrîdkirin û malbat û parêzer nikaribûn hevdîtinê çêbikin. Der barê tenduristî û jiyana wî de şik û guman hebûn. Ji bo vê di 12'ê Îlona 2012'an de li girtîgehan çalakiyên greva birçîbûnê yên bêdem û bêdorveger dest pê kirin. Wê çaxê em di girtîgehê de bûn û em tev li çalakiyê bûn. Çalakî di 12'ê Îlonê de bû û wateyeke wê hebû. Çimkî Tirkiye bi darbeya 12'ê Îlonê gelek tişt winda kiribûn. Li hemberî vê îradeyeke siyasî hebû û li dijî wê helwestek hebû. Piştî darbeyê gelek tişt winda bibûn. Yanî tiştên bi darbeyê winda bûn bi berxwedanê hatin bidestxistin." 
 
Şîmşek, dîsa bi bîr xist ku di 2012'an de li 67 girtîgehan nêzî 682 girtî ketibûn greva birçîbûnê û grev 68 rojan dewam kiribû. Şîmşek got: "Wê çaxê jî pêşengên greva birçîbûnê jin bûn. Madem em behsa van rojên berxwedêr dikin, em Sêvê Demîr bi bîr bînin. Ez 13 rojan di grevê de mam. Paşê grev di 18'ê Mijdarê de bi dawî bû. Çimkî daxwaz hatibûn qebûlkirin û Birêz Abdullah Ocalan daxuyanî dabû û diyar kiribû ku grev gihaşt armanc xwe. Xwegihandina armancê bedêlî ehr tiştî bû." 
 
'DAXWAZ REWA YE' 
 
Şîmşek, anî ziman ku di çalakiya greva birçîbûnê de vîna hevpar hêzê dide mirovan û got: "Niha dîsa greva birçîbûnê heye. Li hemberî binpêkirina mafê hevdîtinê, şert û mercên tenduristiyê, ewlehiya Ocalan û tecrîdê vînek heye. Loma divê em bibin dengê daxwazên hevalên xwe yê di greva birçîbûnê de û vîneke xurt nîşan bidin. Daxwazên Birêz Leyla Guven mafdar û rewa ne. Birêz Ocalan nikare hevdîtinê bi parêzerên xwe re çêbike. Nasnameyeke wî ya siyasî heye. Divê bê zanîn ev daxwaza a gelê kurd û jinên kurd e jî. Çimkî bi milyonan kesî diyar kiriye ku Birêz Ocalan vîna wan e." 
 
'JI BO JIYANEKE MIROVANE' 
 
Şîmşek, bêdengiya hikûmetê ya ji bo grevên birçîbûnê jî rexne kir û bang li îktîdarê kir ku dev ji vê bêdengiyê berde. Şîmşek, destnîşan kir ku çalakiya Guvenê di roja 73'yan de ye û ev yek şik û gumanan li raya giştî peyda dike. Şîmşek got: "Wê demê grevên birçîbûnê ber bi muzakereyê ve çûn û piştî tecrîd ji holê hat rakirin ji bo nêvengeke aştiyane û çareserkirina pirsgirêka kurd hin pêşniyar hatin nîqaşkirin. Bi taybetî divê ew serdem wiha bê nirxandin. Em wateya mirinê li grevên birçîbûnê bar nakin, em jiyaneke mirovan lê bar dikin." 
 
'GUVENÊ DEWR GIRT' 
 
Şîmşek val kişan pêvajoya piştî darbeya 12'ê Îlonê û got: "Bi taybetî Kemal Pîr û hevalên wî li Zindana Amedê li dijî bêhiqûqî û neheqiyan dest bi greva birçîbûnê kirin û paşê çalakiya xwe veguherandin rojiya mirinê. Li Zindana Amedê Kemal Pîr û hevalên wî yên ji jiyanê bi qasî di oxira wê de bimirin hez kirin jiyana xwe ji dest dan. Niha dîsa li Zindana Amedê lê belê vê carê jinek û di heman demê de parlementerek ev berxwedan dewr girtiye. Ev berxwedan nîşan dide ku hîn jî mekanîka darbeyê didome. Hêzên demokrasiyê li dijî mekanîka darbeyê li ber xwe didin."