KADAV’ê ji bo girtiyan dest bi kampanyeya ‘Walîz’ kir

  • jin
  • 15:39 18 Çile 2019
  • |
img
STENBOL – KADAV’ê ji bo pêdiviyên hejmar û kincan ên girtîgehan dest bi kampanyeya "Walîz kir û lîsteya pêdiviyên kincên jinan, LGBTÎ û zarokan weşand.  
 
Weqfa Piştevaniya Jinan (KADAV) ji bo pêdiviyên kincan ên girtîgahan her roja diçe zêde dibin, dest bi kampanyeya “Walîz" kir û lîsteya pêdiviyên kincên jinan, LGBTÎ û zarokan weşand.  KADAV’ê di rojên derbas bûyî de li gorî pêdiviyan bang piştevaniyê kiribû û li ser medaya civakî diyar kiribû ku gelek pêdivî hatine darbas kirin. KADAV’ê  li ser medya civakî derbarê kampanyayê de ev daxuyanî da: “Her roja derbas dibe li girtîgehan pêdivî zêdetir dibin. Girtiyên jin û LGBTÎ ji piştgiriya civakî û aborî bêpar dimînin. Li kantinên girtîgehan tiştên ku dixwazin nabînin û ji ber pirsgirêkên aboriyê jî nikarin bikirin.”
 
Yên ku dixwazin piştgiriyê bidin li ser sîteya  înternetê ya KADAV'ın http://www.kadav.org.tr/ dikarin bikavin têkiliyê.