Hat xwestin ku cezayê Nevîn Yildirim bê erêkirin

  • jin
  • 11:23 16 Çile 2019
  • |
img
ISPARTA - Daîreya Cezayê 1'emîn a Dadgeha Bilind xwest ku cezayê girtîgeha mûebetê ya Nevîn Yildirim a li navçeya Yalvaçê ya Ispartayê li dijî zilamê ew tecawîz kir mafê xwe yê parastina rewa bikar anî û kuşt, bê erêkirin. 
 
 Li gundê Koruyaka ya navçeya Yalvaç a Ispartayê, Nevîn Yildirim a di 28'ê Tebaxa 2012'an de li dijî zilamê bi pergalî ew tecawîz dikir Nûrettîn Gider mafê xwe yê parastina rewa bikar anî û kuşt cezayê girtîgehê yê mûebetê ji bo wê hatibû dayîn. Daîreya Cezayê 1'emîn a Dadgeha Bilind xwest ku cezayê girtîgeha mûebetê ya Yildirim bê erêkirin.