19 jin 30 çîrok: Ji bo Jin Bijîn

  • jin
  • 09:13 15 Çile 2019
  • |
img
STENBOL - Pêşangeha bi navê "Ji bo Jin Bijîn" balê dikişîne ser cinayetên jinan. Di pêşangehê de 19 jinan bi 30 çîrokên cuda tecrûbe û ezmûnên xwe yên jinatiyê vegotin. 
 
Bi rêya Platforma Em ê Cinayetên Jinan Rawestînin, 19 hunermen bi 30 berhemên xwe di pêşangeha "Ji bo Jin Bijîn" hatin cem hev. Pêşangeh li Kadikoyê li KargART'ê xwe gihand hunerhezan. Kompozîsyona pêşangehê çîrokên jinên bi şidet, cinayet, istismara zayendî û çewisandinê re rû bi rû mane. 
 
Hunermend Beyza Boynûdelîk, diyar kir ku hema her roj ew di rojname û televîzyonan de nûçeyên der barê cinayetên jinan de dibînin. Boynûdelîk, anî ziman ku divê bûyerên bi vî rengî veneguherin tişteke asayî. Boynûdelîk, destnîşan kir ku ger asayîbûn ji holê bê rakirin wê di warê civakî de hin tişt biguherin. Boynûdelîk, got divê herkes gotina xwe bêje. 
 
Boynûdelîk, da zanîn ku wê resmên xwe li ser asasên jinantiya xwe çêkirine û got: "Wek jinekê, ez li vê erdnîgariyê çawa dijîm? Ji ku ber bi ku ve diçim? Çi qasî hêzdar im? Li ser van esasan min dest pê kir." Boynûdelîk, anî ziman ku huner ew tişt e ku problemeke civakiyî esas digire û dîsa dide civakê. 
 
80 FÎGUR 
 
Hunermend Eda Emîrdag jî, anî ziman ku ew jî li gor ezmûn û tecrûbeyên jinantiya xwe tev geriyaye û got: "Di berhema min de fîgureke jin a girtî heye. Ev jin bûye 80 perçe. Wekî temsîla 80 milyonî min ew kir 80 perçe. Kesên tên pêşangehê herkê perçeyekê didim wan. Tişta ez vedibêjim ew e bi yekîtiyê wê pirsgirêkên li welat kêm bibin û wê ev jina dîlgirtî azad bibe. A rast ev karekî alternatîf e. Perçekirina berhema hunerî, tê wateya perçekirina îmaja jinê. Berpirsiyariyekê li temaşevan bar dikim. Dibêjim em ê bi polîtîkayên jinan bi hev re pirsgirêkan çareser bikin." 
 
Emîrdag, anî ziman ku gelek awayên berxwedanê hene û wê jî bi rêya wêneyan ev yek nîşan daye. 
 
'CINAYETÊN NAMÛSÊ' 
 
Hunermend Sûzan Aktan jî anî ziman ku îmaj di bîra mirovan de cihekî zexm girtiye. Aktan bi berhema xwe ya "Kanli Çarşaf" (Çarşefa Bixwîn) tev li pêşangehê bûye û ji bo vê got: "Di sibeha ewil a zewacê de nîşanî mezinên malbatê tê kirin. Ev nîşaneya ku jin 'paqij' e û berê ew û tu kesî nehatine cem hev. Ji ber van sedeman jin tên kuştin û min jî xwest balê bikişînim ser vê yekê. Min çarşefa bixwîn jî wekî metaforekê bi kar anî." 
 
Wê îro pêşangeh bi dawî bibe. Hunermendan ji bo beşdarbûna pêşangehê bang li hunerhezan kir.