JIN TV dest bi nûçeyên zindî dike

  • jin
  • 12:38 14 Çile 2019
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - JIN TV, ji îro û pêve dest bi bultenên nûçeyan ên bi Kurdî, Erebî û Tirkî yên zindî dike. 
 
JIN TV, bi dirûşma "Dengê Jinê, Rûyê Jiyanê" li ser peyka Hotbîrdê dest bi weşanê kir û bi mehan e bi bernameyên rengîn û ji gelek zimanan cih de her qada jiyanê. JIN TV, weşana xwe bêhtir dewlemend û rengîn dike.
JIN TV heta niha bi giranî bernameyên li ser mijarên civakî, siyasî û aborî diweşand. Ji îro û pê ve wê cihekî berfireh bide mijarên rojane. Ji midûrên nûçeyan heta moderatorên bernameyan, ji desteya weşanê heta rejîoran, ji kameramanan heta teknîsyenan xebatkarên JIN TV hemû jin in. JIN TV ku amadekariyên xwe qedand, wê îro dest bi bultenên nûçeyan ên rojane û zindî bike.  Bi zimanên Kurdî, Erebî û Tirkî wê destpêkê hefteyê pênc rojan nûçe bên weşandin. Dema nûçeyan jî wiha ye:
Erebî, li gorî dema Ewropayê: 16:00
Tirkî, li gorî dema Ewropayê: 17:00
Kurdî (Kurmancî), li gorî dema Ewropayê: 18:00
 
FREKANSLAR
 
JIN TV li ser van frekansan weşanê dike:
 
HOTBIRD
 
Peyk: Hotbird 13°E
Frekans: 11 054 MHz
Polarizasyon: Horizontal
Symbolrate: 27500 FEC-rate: 5/6.
 
NILSAT
 
Peyk: Nilesat 7°W
Frekans: 11595MHz
Polarizasyon: Vertical
Symbolrate: 27.500
FEC-rate:5/6