Konferansa Jinan a HDK'e dest pê kir: Şemala ku Guven geş kir dê rêya jinê ronî bike

  • jin
  • 13:08 12 Çile 2019
  • |
img
ENQERE –Konferansa Jinan a HDK'ê ku tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û çalakiya grevê ya li girtîgehan kir rojeva xwe, dest pê kir. Hevberdevka HDK'ê Gulistan Kiliç Koçyîgît axaftina vekirinê kir û wiha got: "Faşizm dixwaze hemû Tirkiye bifetisîne. Li ser navê mirovahî, aştî, demokrasî û edaletê tiştek nehiştiye. Tariya mutlaq li ser mirovan ferz dike. Di pêvajoyek wisa de Guven şemala azadî û aştiyê pêxist. Şemala Guven dê rêya jinan ronî bike. 
 
Meclîsa Jinan a Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), dest bi konferansa Serdema 9'emîn a Jinan kir.  Konferansa Jinan a HDK'ê li Hotel Akar International  pêk hat. Di konferansê de Hevberdevka HDK'ê Gulistan Koçyigit û Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervin Buldan jî di navde nûnerên gelek saziyên jinan amade bûn. Li salona kongreyê Wêne û pankarta mezin a Hevseroka KCD'ê Leyla Guven a 66 rojin li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di çalakiya grevê de ku li ser “Ji tecrîdê re na, deng bide berxwedana jiyanê diparêze" vekirin. Li salonê pankartên bi Ermenî, Kurdî, Tirkî, Erebî ku berxwedana jinê silav dike vekirin. 
 
Kongre bi hilbijartina dîwanê û rêzgirtinê dest pê kir. Piştî dîwan hat diyarkirin, ji bo kesên di têkoşîna aştî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dan rêz hat girtin. Endama Dîwanê û parlanentera HDP'ê ya Enqereyê Filiz Kerestecîoglu, destpêkê axivî û wiha got: "HDK îro ji bo avakirina aştiyek mayinde ku herî zêde pêdiviya Tirkiye pê heye ketiye rê. HDK'ê îro di qada siyasetê de bandorek mezin ava kiriye. Fikra HDP'ê di nava xwe de ava kir. Têkoşîna aştiyê berdewam dike. Ked û para herî mezin a vê têkoşîna aştî û demokrasiyê ya we jinan e. We silav dikim." 
 
‘GUVEN NÎŞANİ ME DA KU BI BERXWEDANÊ BI SER DIKEVE'
 
Hevberdevka HDK'ê Gulistan Kiliç Koçyîgît jî Hevseroka KCD'ê Leyla Guven ku 66 rojin li Girtîgeha tîpa E ya Amedê dest bi çalakiya greva birçîbûnê kiriye û di rêya kesên di 12'ê Îlonê de ronahî pêxistin de dimeşe silav kir û wiha got: "Faşizm dixwaze hemû Tirkiye bifetisîne. Li ser navê mirovahî, aştî, demokrasî û edaletê tiştek nehiştiye. Tariya mutlaq li ser mirovan ferz dike. Di pêvajoyek wisa de Guven şemala azadî û aştiyê pêxist. Şemala Guven dê rêya jinan ronî bike. Leyla Guven, nîşanî me da ku bi berxwedanê bi ser dikeve. Nîşan da ku li dijî vê pêvajoya ne normal divê em li ber xwe bidin. Em wekî Meclîsa Jinan a HDK'ê li vê têkoşînê xwedî derdikevin. Em jî dixwazin bi lez tecrîd bi dawî bibe. Pêvajoya şer, ji 5'ê Nîsana 2015'an de bi tecridkirina Birêz Abdullah Ocalan a mutlak,  dest pê kir. Ji wê demê heta niha tenê di 11'ê îlona 2016'an carekê malbatê hevditin kiriye. Wekî din rewş çiye em nizanin. Ev nişan dide ku Komara Tirkiye bi xwe zagonên xwe nas nake. Bi xwe zagonên xwe binpê dike. Zagonên navneteweyi nas nake. Îktîdar dibêje 'Em di pêvajoya aştiyê de winda dikin. Ji ber vê yekê rota me şer e.' 
Dixwazin em stuyê xwe li ber van polîtîka û daxwazên wa xwar bikin. Çawa em li dijî polîtîkayên AKP’ê yên li dijî jinê li ber xwe didin em dê niha li dijî faşîzma ku ji 2015'an dest pê kiriye jî li ber xwe bidin. Birêz Leyla Guven dema dest bi çalakiyê kir got. 'Bi qasî ez di oxira wê de bimirim ez ji jiyanê hez dikim. Yek ji kesên ev gotin gotibû jî Sakine Cansız bû." 
 
RÊYA WAN RÊYA ME YE'
 
Gulistan Kilikç Koçyigît, qetilkirina Sakine Cansız, Fidan Dogan û Leyla Şaylemez ên di 9'ê Çileya 2013'an de li Parisê hatin înfazkirin  bibîr anî û wiha berdewam kir: "Ligel belgeyan jî Tirkiye berpirsiyariya xwe qebûl nekir. Fransa jî ev yek nedît û lêkolîn nekir. Dîsa di 6'ê Çile de li navçeya Sîlopiyê Sêvê, Pakize û Fatma bi heman polîtîkaya qirêj hatin înfazkirin. Ligel sîvîl bûn hatin qetilkirin. Niha ser van komkujiyan hatin veşartin. Em dizanin naxwazin kujeran ronî bikin. Di şexsê Sakine de hemû kesên di vê oxirê de jiyana xwe ji dest dane bi hurmetî bibîr tînim. Rêya wan rêya me ye." 
 
DIXWAZIN CÎHANEK HOMOJEN AVA BIKIN
 
Koçyigît, herî dawî bal kişand ser şerê li Sûriye pêş dikeve û wiha got: "Yên li Tirkiye û Sûriye şer ferz dikin, Sûriye kirine gola xwînê. Dixwazin cîhanek yekperest û otoriter ava bikin. Dixwazin rengekî homojen ên hemû cuhadî û reng winda bûne ava bikin. Şerê li Sûriye ku di sala 2011'an de dest pê kir, herî zêde jin û zarokan êş kişand. Em hêj nizanin çend hezar mirov li van kampên penaberan dijîn. Deriyê wan kampan li saziyên civakî venakin. Mirov û jin ji bo daxwazên herî mirovane rastî pêkanînên pir giran û qirêj tên. tundiyek dijwar liser wan heye. Ev nîşan dide ku têkoşîna tevgera azadiya jinê çiqas girîng û ferz e. Ger ku em alîgirê jinê ne, dive em tev bibin yek û xwe bi rêxistin bikin. Divê em milê xwe bidin hev û li dijî van binpêkirinan hev biparêzin. Ji ber vê yekê divê statuyekê bidin jinên penaber û deriyê kampan li venêrtinê vekin. Şer bi xwere krîza aborî û civakî jî pêş dixe. Şer bêtir jinê xizan dike. Faşîzmê mezin dike. Ji ber vê yekê divê em bi hevre li dijî şer rawestin. Em wekî jinen Arjantînî dibêjin 'Em carek din kêm nabin'" 
Konferans bi axaftinan didome.