Weqfa Jinan Leyla Guven hêjayî 'Xelata Rûmetê' dît

  • jin
  • 15:09 11 Çile 2019
  • |
img
AMED - Weqfa Jinan a Navneteweyî, Hevserokê KCD'ê û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê ya 65 rojin li dijî tecrîdê di çalakilya greva  birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger deye hêjayî "Xelata Rûmetê" dît.  
 
Di çarçoveya Çalakiya "Sê Jinên Azad" a ku  wê ji aliyê Weqfa Jinên Azad a Navnetewî ve cara 5'emîn bê organîzekirin Hevseroka KCD'ê û parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Gun ku ev 65 roj e digreva birçîbûnê de ye hêjayî xelata rûmetê hat dîtin.
 
Hersal bi armanca ku bîranîna 3 jinên siyasetmedar ên ku li payitextê Fransa Parîsê hatin qetillirin ji aliyê Weqfa Jinên Azad a Navnetewî ve her sal li bajrê Rotterdam ê Hollandayê çalakiyên cur bi cûr tên lidarxistin. Di kongreya ku hefteya borî ji aliyê Wekqfa Jinan a Navneteweyî ve hat lidarxistin de biryar hat dayîn ku her salê li bajarekî din Ewropayê çalakiyên bîranînê bên lidarxistin. Çalakiya "Sê jinên Azad" ku wê vê salê cara pêncemîn di 19'ê Çileyê de li bajarê Frankfurt ê Almanyayê bê lidarxistin.
 
Di daxuyaniya ku ji aliyê Weqfa Jinê ya Navneteweyî de hat dayîn wiha hat gotin: " Di encama niqaşên ku di kongreya me de hatin kirin de biryar hat dayîn ku wekî sebol em ê xelatekê bidin sazî an jî kesên ku berxwedana 3 hevalên me yên jin mezin kirine.  Di vê çarçoveyê de wekî komîte em ê di kategoriya 'Rûmet, Ked û Aştiyê' de  3 xelatan bidin."
 
Piştî biryara ku hat dayîn vê salê kesên hêjayî xelatê hatin dîtin hatin aşkerakirin û Hevseroka KCD'ê û parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven a ku di girtîgehê de ev 65 roj e di greva birçîbûnê de ye hêjayî Xelata Rûmetê  hat dîtin. Herwiha xelata serkeftinê jî wê ji Komîteya Jineolojiyê re bê dayîn.