‘Jin bi mînakên afirîner li hember krîzê têdikoşin'

  • jin
  • 09:18 11 Çile 2019
  • |
img

STENBOL - Pispora Perwerdehiyê ya Sendîkaya Dev-Turîzmê Saniye Evren, anî ziman ku jin li hemberî krîzê bi mînakên afirîner têdikoşin û got: "Bi qasî me ji hevalên xwe bihîstiye, jin pir zû perwerdehiya tuwaletê dane zarokên xwe. Çimkî nikarin di ber pereyê potikên wan re derkevin. Ji bo mesref zêde çênebin mirov dê û bavên xwe digirin cem xwe." 

Li Tirkiyeyê her diçe krîza aborî kûrtir dibe. Mirov jî ji bo li hemberî vê krîzê û zemên tên kirin li ber xwe bidin hin tevdîran digirin. Di civakê de yên herî zêde tesîrê ji krîzê digirin jî jin in. Herî dawî li Bûrsayê jinek ji ber nikaribû debara xwe bike û zarokê xwe xwedî bike zaroka xwe danî navendeke alvêrê. Têkildarî vê mijarê me krîza aborî bi jinan re nîqaş kir. 
 
Ji Mala Gel Nebiye Mertturk, diyar kir ku êrîşên li ser jinan her diçe zêde dibin û bi krîza aborî re ev yek dijwartir bûye. Mertturk got: "Li Tirkiyeyê şideta li hemberî jinan zêde ye. Di warê polîtîkayên jinan de di rêza 130'yan de ye. Di sala 2018'an de zêdetirî 400 jin hatin kuştin. Ev tenê hêla wê ya fizîkî ye, lê belê bi krîza aborî re hêla wê ya şideta aborî jî rû da. Wexta em dertên derve em şideta dewletê re rû bi rû dimînin. Wexta em li malê doza mafê xwe dikin em bi şideta hevjîn, bira û zilaman re rû bi rû dimînin. Di demên dawî de ev yek zêdetir bûye. Krîz jî ji bo vê yekê bû hincet û kirasek." 
 
‘BI KRÎZÊ RE XEBATA NEEWLEHÎ ZÊDETIR BÛ' 
 
Mertturk, destnîşan kir ku li Tirkiyeyê îstihdama jinan pir kêm e û ligel vê di jiyana karî de jin bi mercên neewlehî re rû bi rû dimînin û got: "Wexta mijar bibe derxistina ji kar, ewilî jin ji kar tên derxistin. Çimkî, nêrîna civakê nêrîneke nêrza ye. Wexta em li karbeşiya zayenda civakiyî jî dinerînin, ên li malê quşxaneyê dikelînin jin in, ên li bazarê alvêrê dikin jin in. Yanî bixebite an ne xebite, abaoriya malê li ser pişta jinê ye, lê belê hêza wê ya kirînê kêm dibe. Ev yek hem di malbatê de hem jî di civakê de dibe sedema newekheviyê. Îjar divê em di şert û emrcên neewlehiyî de nexebitin û qebûl nekin. Ji dêvla em behsa keda xwe ya li nav malê û heqê wê bikin, hem li nav malê hem jî li derve keda me tê binpêkirin. Ev yek herî zêde di vê serdemê de rû dide." 
 
Mertturk, bal kişand ser jina ku ji  ber nikaribû debara xwe bike û zaroka xwe danî AVM'yekê û destnîşan kir ku wê mînakên bi vî rengî zêde bibin. Her wiha Mertturk, bilêv kir ku wê di sala 2019'an de krîza aborî kûrtir bibe û divê jin li hemberî vê yekê xwe bi rêxistin bikin û li hemberî krîz dengê xwe bilind bikin. 
 
‘BI RÊXISTINBÛYÎNÊ EM DIKARIN JI DERHEQÊ KRÎZA ABORÎ DERKEVIN' 
 
Pispora Perwerdehiyê ya Sendîkaya Dev-Turîzmê Saniye Evren jî, diyar kir ku di demên dawî de di îstihdama jinan de rêjeya betaliyê pir zêde bûye û got: "Em ji ceribîn û ezmûnên xwe jî dizanin ku di serdemên krîzê de ewilî em jin betal dimînin, lê em ji bîr jî nakin ku keda me bi erzanî berpêşî sermayeyê tê kirin. Em çûn kîjan kargehê, me dît ewilî jin ji kar hatine derxistin." Evren, diyar kir ku ew jin ji bêrî û metbaxa xwe baş dizanin ku tenê ew dikarin bi têkoşînê ji derheqê krîzê derkevin û got: "Li cem me tu hikmên daxuyaniyên nûnerên îktîdarê yên der barê krîzê de tune ne. Em tenê bi rêxistinbûyîn û berxwedanê dikarin ji derheqê vê pêvajyê derkevin." 
 
‘HÎN JÎ HIN KESAN GAZA XWEZAYÎ BI KAR NEANIYE' 
 
Evren, anî ziman ku jin li hemberî krîzê bi mînakên afirîner têdikoşin û got: "Bi qasî me ji hevalên xwe bihîstiye, jin pir zû perwerdehiya tuwaletê dane zarokên xwe. Çimkî nikarin di ber pereyê potikên wan re derkevin. Ji bo mesref zêde çênebin mirov dê û bavên xwe digirin cem xwe. Hîn jî hin kes ji me dest bi bikaranîan gaza xwezayî nekirine. Di vî warî de wê ji hêla jinan ve tevdîrên bi vî rengî zêde bibin. Êdî mirov bêtir lê hûr dibin ku ew ê çawa li hemberî krîzê bitêkoşin. Çimkî êdî nikarin di ber zemên tên kirin re derkevin." Evren, destnîşan kir ku ew li hemberî çewisandin û şideta ku di vê pêvajoyê de zêde bûye dikarin bi têkoşîn û rêxistinbûyînê tev bigerin. 
 
MA / Necla Demir-Servet Karaduman