'Li Tirkiyeyê rê li ber rojnamevaniyê hatiye girtin'

  • jin
  • 09:19 10 Çile 2019
  • |
img

AMED – Rojnamevanên jin bilêv kirin ku li Tirkiyeyê fealiyetên rojnamevaniyê wekî sûc tên hesibandin û gotin: "Li Tirkiyeyê rojnamevanî veguherandine tetikêşî, tekparêzî û bîadê. Ev rewş li dijî etîka rojnamevaniyê ye. Ji ber vê li Tirkiyeyê rê li ber rojnamevaniyê hatiye girtin." 

Li Tirkiyeyê 171 rojnamevan girtî ne. Ligel vê der barê gelekan jê de jî doz hatine vekirin û gelek saziyên çapemeniyê hatine girtin. Berdevka Platfroma Rojnamevanên Jin a Mezopotamyayê (MKGP) Ayşe Guney, Edîtora Jinnewsê Roza Metîna û Nûçegihana Jinnewsê Berîtan Canozer boneya 10'ê Çile Roja Rojnamevanên Dixebitin de axivîn û destnîşan kirin ku rojnamevanî ne sûc e. 
 
25 ROJNAMEVANÊN JIN GIRTÎ NE 
 
Berdevka MKGP'ê Ayşe GUney, da zaîn ku di 2018'an de 40 rojnamevanên jin hatine binçavkirin û ji ên hatine binçavkirin 13 jê hatine girtin. Guney, destnîşan kir ku niha 25 rojnamevanên jin ji ber nûçeyên çêkirine girtî ne. Guney, diyar kir ku li Tirkiyeyê hemû fealiyetên rojnamevaniyê wekî sûc tên hesibandin û got: "Li Tirkiyeyê rojnamevanî veguherandine tetikêşî, tekparêzî û bîadê. Lê belê wexta bîadî îktîdarê bê kirin ev pîşe hebûna xwe didomîne. Lê belê ev yek li dijî erîka vê pîşeyê ye. Loma niha li Tirkiyeyê rê li ber rojnamevaniyê hatiye girtin û kêm be jî hin rojnamevan li dijî vê li ber xwe didin. Rojnamevanî ne sûc e û divê tu kes ji ber fealiyetên rojnamevaniyê neyên darizandin." 
 
‘ZEXT Û ZORÎ ZÊDE BÛN' 
 
Nûçegihana Jinnewsê Berîtan Canozer, diyar kir ku li Tirkiyeyê piştî bidawîbûna pêvajoya çareseriyê zext û zorî sê qat zêde bûne û herî zêde rojnamevan bi van zext ûz oriyan re rû bi rû dimînin. Canozer, diyar kir ku rojnamevanî ne sûc e. Canozer, destnîşan kir ku bi taybetî jî xebatkarên çapemeniya azad bi zext û zoriyan re rû bi rû dimînin. Canozer, anî ziman ku ji ber ew şideta zilam û dewletê ya li dijî jinê teşhîr dikin, îktîdar dixwaze bi girtinê wan bitepisîne. 
 
Canozer, diyar kir ku hejmara rojnamevanên jin ên girtî zêde ye. Canozer, bi bîr xist ku ji ber nûçeyên xwe 4 doz lê hatine vekirin. Canozer, anî ziman ku li herêmê rojnamevanî gelekî zehmet e. Her wiha destnîşan kir ku ew piştgitiyê didin çalakiya greva birçîbûnê ya rojnamevan Kîbriye Evrenê. 
 
Edîtora Jinnewsê Roza Metîna jî, diyar kir ku ji ber rojnamevan pirsgirêkên rû didin derdixin holê tim hedef tên girtin. Metîna, bilêv kir ku nûçeçeyên rojnavenan wekî sûc tên ehsibandin û bi tawanbariya "endamtiya rêxistinê" ceza li rojnamevanan tê birîn. Metîna, got bêdengkirina dengê rojnamevanên li ber xwe didint ê wateya bêdengkirina dengê civakê jî. 
 
MA / Esra Solin Dal