'Leyla Guven ji bo pêşeroja welat bedena xwe birçî dihêle'

  • jin
  • 09:23 9 Çile 2019
  • |
img

MANÎSA / MÛGLA - Jinên herêma Egeyê diyar kirin ku Leyla Guven ji bo pêşeroja Tirkiyeyê bedena xwe daye ber birçîbûnê û xwest bi awayekî yekgirtî tev bigerin. Jinan, destnîşan kir ku dê tekoşîn rêveçûna pêvajoyê diyar bike. 

Li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê, çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera HDP' ya Colemêrgê Leyla Guven ku ji bo dawî li tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê da destpêkirin di roja 63'yan de didome. Her wiha piştî Guvenê li gelek girtîgehan jî çalakiya greva birçîbûnê dest pê kir û ev çalakî jî didomin. Li herêma Egeyê jinan bal kişand ser çalakiyên greva birçîbûnê û xwedî li daxwaza girtiyan derketin û xwestin dawî li tecrîdê bê. 
 
Naîle Gumuştaş, bilêv kir ku divê demildest dawî li tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê. Gumuştaş, anî ziman ku hikûmet ji bo berjewendiyên xwe tecrîdê ferz dike û got: "Leyla Guven rûmeta me ye û em piştgiriyê didin wê. Êdî dem dema ku em mil bidin milê hevdu. Ger hikûmeta AKP'ê aştiyê dixwaze nexwe divê demildest dawî li tecrîdkirina Birêz Abdullah Ocalan bîne. Ji bilî greva birçîbûnê tu rêyeke li ber girtiyan nemaye. Ger ev greva birçîbûnê dewam bike, em ê jî bedena xwe bidin ber birçîbûnê û dest bi greva birçîbûnê bikin." 
 
'DAXWAZA ME BIDAWÎBÛNA ZILMÊ YE' 
 
Şukriye Kizildag jî diyar kir ku cihê parlementeran meclîs e û xwest dengê girtiyên di greva birçîbûnê de bê bihîstin. Kizildag, anî ziman ku kurê wê Ramzana Kizildag jî li Girtîgeha Tîpa T a Tekirdagê ketiye greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger a ji bo 10 rojan û got: "Girtî tenê bi greva birçîbûnê dengê xwe radigihînin. Wekî din tu çareyek wan tune ye. Êdî ev hikûmet wekî din nabihîse. Ma wê heta kengî dewam bike. Em dixwazin dawî li tecrîdê bê. Tekane daxwaza me ew e dawîm li zilma li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê." 
 
‘ÎKTÎDAR TECRÎDÊ WEKÎ KOZ BI KAR TÎNE' 
 
Guvercîn Unaldi jî destnîşan kir ku ew tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi tu awayî qebûl nakin û got: "Eger hikûmet li ber tecrîdê xwe li nedîtinê deyne, li ber me jî tenê rêya ku em mil bidin hevdu û bitêkoşin dimîne. Divê hemû gel bên cem hevdu û piştgiriyê bidin girîgehan. Ma wê îktîdar heta kuderê xwe li bêdengiyê deyne. AKP, tecrîdê li hemberî gelê kurd wekî koz bi kar tîne. Daxwaza Leyla Guvenê daxwaza me ye jî." Unaldi, destnîşan kir ku bêyî Ocalan aştî ne pêkan e. 
 
‘ÊDÎ BES E' 
 
Rahîme Yargi jî anî ziman ku ger dawî li tecrîdê bê wê aştî çêbibe û got: "Bi salan e kurd tên tecrîdkirin. Ji roja Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatiye girtin heta niha tê tecrîdkirin. Hikûmet kurdan nahesibîne. Kes nikare bi kuştinê me biqedîne. Silav li hemû girtiyan." 
 
'JI BO PÊŞEROJA WELAT' 
 
Sebîha Ataş jî destnîşan kir ku divê jin bêtir dengê xwe bilind bikin û xwedî li çalakiyên greva birçîbûnêd erkevin. Ataş, bilêv kir ku ji bo hemû gel bi awayekî wekhev bijîn divê bitêkoşin û got: "Roj roja têkoşînê ye, ger em bibin yek em ê karibin tecrîdê bişikînin. Leyla Guven ne ji bo xwe ji bo pêşeroja welat di greva birçîbûnê de ye. Divê têkoşîna jinê vê yekê diyar bike." 
 
Hatîce Guneş jî, bilêv kir ku ji roja ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatiye girtin heta niha tecrîd didome. Gureş, risteya Cegerxwîn a "Em nebin yek em ê herin yek bi yek" bi bîr xist û got: "Eger wisa dewam bike wê rojên girantir li benda me bin. Tekane çare divê em tevî çalakgerên greva birçîbûnê bitêkoşin."