Siyasetmedarên jinên Kurd li Îzmîrê hatin bibîranîn

  • jin
  • 14:50 7 Çile 2019
  • |
img

ÎZMÎR – Siyasetmedarnên jinên Kurd ên li Sîlopî û Parîsê hatin kuştin, li Îzmîrê hatin bibîranîn. Parlementera HDP’ê  Serpîl Kemalbay di biranînê de axivî û got: “Em îro şopdarên hêz û têkoşîna jinan a li du xwe hiştine ne.”

 
Rêxistinên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ên Îzmîrê, sê siyasetmedarên jinên Kurd Sêvê Demîr, Fatma Uyar û Pakîze Nayir ên di qedexeya derketina derve ya navçeya Sîlopî ya Şirnexê di 4’ê Çileya 2015’an de hatin kuştin û sê siyasetmedarên jinên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên di 9’ê Çileya 2013’an de li Parîsê hatin kuştin, bi bîr anîn. 
 
Bîranîn li avahiya HDP’ê ya bajêr pêk hat. Parlementera HDP’ê ya Îzmîrê Serpîl Kemalbay û endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê beşdar bûn. Ji bo biranîna kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dayîn, teqeyek rêz hat girtin û wekîla HDP’ê Serpîl Kemalbay di birîanînê de axivî. 
 
'ME KEVNEŞOPIYA JINÊN TÊKOŞER DEWR GIRT’
 
Kemalbay, diyar  kir ku jin her tim di têkoşîna bindestan de di refên herî pêş de cih digirin û wiha got: “Hêzên desthilatdar jinan qetil dikin. Sêvê, Fatma û Pakîze ji bo piştgirî bidin gel, di qedexeya derketina derve de çûbûn herêmê. Lê li Sîlopî ji aliyê hêzên dewletê ve hatin kuştin. Dîsan li Parîsê Sakîne, Leyla û Fîdan bi sûîkestê hatin kuştin. Sedema kuştina van sê jinên Kurd, israra polîtîkayên şer bûn. Dûre derket holê ku li pişt vê sûîkestê MÎT û hêzên dewletê hene. Van jinan di refên herî pêş de têkoşîn bi rêve dibirin. Jinan mirin li ber çavan girtin û têkoşîna xwe berdewam kirin. Me îro kevneşopiya jinên têkoşer dewr girtiye û em vê têkoşînê didomînin.”
 
'ÇALAKIYA GUVEN DEWAMA TÊKOŞÎNÊ YE’ 
 
Kemalbay, da zanîn ku Tirkiye di pêvajoyek pir giran re derbas dibe û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Kesên xwe bi şer û pevçûnan xwedî dikin û pirsgirêka Kurd înkar dikin, dixwazin destkeftiyê dîrokî yên jinan tune bikin û mafê wan ji dest wan bigirin. Êrîşên li ser partiya me bi giranî berdewam dikin. Emê tu carî li dijî van êrîşna paşve gav ne avêjin. Em di şert û mercên faşîzmê de têkoşîna xwe berdewam dikin. Berxwedana Leyla Guven îro di roja 61’an deye. Ji bo şerê li Tirkiyeyê biqede û gelên Tirkiyeyê bi hevre bijîn Leyla Guven, dest bi vê çalakiyê kiriye. Heya ku tecrîda li ser Birêz Abdullah Ocalan bi dawî nebe, aştî û demokrasî dê neyê Tirkiyeyê.”