TJA: Têkoşîna me heta şikandina tecrîdê dê berdewam bike

  • jin
  • 15:20 11 Kanûn 2018
  • |
img

AMED - TJA’yê, diyar kir ku dê tu carî nekarin bi êrîş û binçav kirinan têkoşîna jinan a mafdar a li dijî tecrîdê bêdeng bikin û got: “Têkoşîna me heta şikandina tecrîdê wê bidome."

 
Tevgera Jinên Azad (TJA), derbarê binçavkirinên jinên li Amed, Wan û Êlihê ketibûn greva birçîbûn de daxuyaniyek nivîskî weşand. TJA di daxuyaniya da de wiha got: “Daxwazên Leyla Guven daxwazên mafdar û aştiyane ye û sîstema serdest a mêr hewl dide bi zordariyê bitepisîne. Di daxuyaniyê de hate ragihandin, ev êrîşên li avahiyên partiya wan hate kirin nîşan didin bê faşîzm çiqasî ji berxwedana bi pêşengiya jinê ditirse.”
 
‘PIŞTGIRIYÊ BIDIN ÇALAKIYÊN LI DIJÎ TECRÎDÊ’
 
Di dawiya daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Divê were zanîn, têkoşîna mafdar a jinan a li dijî tecrîdê, wê ti carî bi destgîrkirin û zextan neyê tepisandin. Têkoşîna me heta şikandina tecrîdê wê dewam bike. TJA'yê diyar kir, Ocalan yek ji hîmên bingehîn ên aştiya mayendî ya gelên Rojhilata Navîn e û got, "Di serî de jin em bang li hemû alîgirên aştiyê dikin ku tecrîdê bişikînin û piştgiriyê bidin Leyla Guven."