Kinc jî bîra bedenê ne: Pêşangeha Bişkifî

  • jin
  • 09:09 11 Kanûn 2018
  • |
img

STENBOL - Hunermend saadet Sorgûnlû ku dibêje "kinc jî bîra bedenê ne" bi pêşangeha xwe ya bi navê Bişikifî" ew û hunerhezan hatin cem hev. Sorgûnlû kincan diguherîne, wan derbasî ser formê dike û ji nû ve şîrove dike. Wê Sorgûnlû derameta pêşangehê bide Akademîsyenên Aştiyê. 

Hunermend saadet Sorgûnlû ku dibêje "kinc jî bîra bedenê ne" bi pêşangeha xwe ya bi navê Bişikifî" li Kadikoyê li Bayan Art Projectê ew û hunerhezan hatin cem hev. Pêşangeh di 7'ê Kanûnê de dest pê kir û wê heta 12'ê Çileya 2019'an dewam bike.  Di pêşangehê de bi rêya kincên jinan hişmendiyeke polîtîk û civakiyî tê destnîşankirin. Sorgûnlû kincan diguherîne, wan derbasî ser formê dike û ji nû ve şîrove dike. Wê Sorgûnlû derameta pêşangehê bide Akademîsyenên Aştiyê. 
 
Pêşangeh balê dikişîne ser mezaxêriya zêde. Li Pêşangehê berhem tên jêkirin û ji nû ve wateyek li wan tê barkirin. Hunermend bi hêvî û îroniyê nêzî polîtîkayên di ser bedena jinê re re hatine afirandin dibe. Hunermend li pêşangehê kincên xwe û jinên wan ans dike vediguerîne formên nû û li ser kevalê ji nû ve ruhekî dida wan. 
 
Sorgûnlû, da zanîn ku tevî pêşangea xwe ya "Sökük" (Bişikifî) heta niha wê 6 pêşangeh çêkirin. Sorgûnlû, diyar kir ku ew bi piranî bi potik û cawan tiştan çêdike û got: "Min kinc guerandin, derbasî ser formê kirin û ji nû ve şîrovekirin. Min kincên xwe jî, min kincên bi canê hevalên min bûne jî bi kar anîn. Min got 'neşon û bidin.' Ez jî di nav de bi salan me jinan ew kinc li xwe kirin. Me bi pereyan kirî. Lê paşê fikirim îjar divê ez wan bi kar bînim. Tiştekî nû derket olê. Ev ji bo min destekftiyek e. Bi evan hilberînan re veguherîn hêmayên hunerî." 
 
ÇÎROKA WAN HEYE 
 
Sorgûnlû, diyar kir ku kincên ji nû ve hatine çêkirin xwedî çîrok in û ji bo berhema xwe ya navê "qama min kin e, lê mêjiyê min dirêj e" got: "Rojekê wexta li bazarê digeriyam tiştek bala min kişand. Min pirsî ka çî ye. în bûm ku ji bo qama jinan dirêj bide nîşandan di bin şaran de boneyên rengîn tên bikaranîn. Paşê min jî çend heb kirîn û li ser hev xistin serê xwe û tevî şara li serê min wêne kişand. Ew bone wekî modayê hatin berpêşkirin. Loma min ev nav lê kir." 
 
Sorgûnlû, diyar kir ku ew çîroka kincên ji nû ve hildiberîne ji serêdaran re vedibêje û ji bo pêşangeê bang li herkesî kir. 
 
MA / Necla Demir