Polîsan bi ser avahiya HDP'ê ya Amedê de girt

  • jin
  • 16:43 10 Kanûn 2018
  • |
img
AMED - Aktîvîstên TJA, bi armanca piştgiriyê bidin çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guvan  û li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dengê xwe bilind bikin, li avahiya HDP'ê ji bo 3 rojan ketin greva birçêbûnê. Piştî çalakiyê, polisan bi TOMA û maşîneyên zirxî avahiya HDP'ê dorpêç kir û bi ser avahiya HDP'ê de girtin. 
 
22 aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) ji bo 3 rojan bi armamca piştevaniya bi çalakiya Hevseroka Kongreya Civakên Demokratî (KCD) Leyla Guven û li dijî Tecîrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Oclan dengê xwe bilind bikin îro li avahiya HDP'ê ya Amedê dest bi çalakiya grevê kirin. Piştî nûnerên TJA dest bi çalakiyê kirin, polîsan li dora avahiya HDP'ê bi TOMA û wesayitên zirxî dorpêç kirin. Polîsan piştî ketin û derketin li endam û rêveberen qedexe kir bi ser avahiya HDP'ê ya Amedê de girtin.