Biryara veşartinê ji bo lêpirsîna cînayeta Cemîle hat dayîn

  • jin
  • 10:42 2 Kanûn 2018
  • |
img
MÊRSÎN - Li Mêrsînê, biryara veşartinê ji bo lêpirsîna cînayeta Cemîle Erturkoglu ya ji aliyê hevjînê xwe Mûstafa Erturkoglu vê hat kuştin, hat dayîn.  
 
Cemîle Erturkoglu ya  li taxa Mahmûdiye ya navçeya Akdenîza Mêrsînê dijiya, ji ber ku xwest hevjînê xwe Mûstafa Ertukoglu ber de, di 28’ê Mijdarê de ji aliyê wî ve hat kuştin. Mûstafa Erturkoglu yê Cemîle ya perê zewicîbû kuşt, hat girtin. Serdozgeriya Komarê ya Mêrsînê piştî girtina Mûstafa Erturkoglu, biryara veşartinê ji bo lêpirsînê da.
 
Birayê Cemîle Erturkoglu Cem Aslan, diyar kir ku roja bûyera cînayê Mûstafa Erturkoglu li hevjîna wî geriyaye û wiha got: “Mûstefa li hevjînê min digere û dibêje ‘Ev 2 rojin Cemîle nayê malê. Ez li qereqolê me. Derbarê nehatina Cemîle ya malê de îfade didim.’ Li ser vê yekê hevjînê min li  min geriya. Piştî min hevjîna xwe jî girt em çûn qereqolê. Çawan ku min bihîst ku Mûstafa îfade dide, min ji polîsê qereqolê re got ‘Mûstafa xwişka min kuştiye.’ Min bi vî awayê fikarin xwe anî ziman. Di dema îfadeya hevjîna min hat girtin de, hevjîna min ji Mûstafa re dibêje ‘Mûstafa kurê min, ger Cemîle du rojin windaye, wê demê te çi dikir? Te çima agahî neda me? Te çawan karî tu wisan rehet tevbigerî?’ Li ser vê Mûstafa jî ji hevjîna min re dibêje ‘Ez qet ne rehet bûm. Heta qet nerazame. Heya serê sibê min li malê paqijî kir. Min betanî, xalî û lihêf şûştin. Min mal paqij kir.’”
 
Aslan, da zanîn ku Mûstafa Erturkoglu bi awayekê plankirî xwişka wî kuştiye û wiha bilêv kir: “Cihê hemû kamerayên li herêmê dizane û li gorî wê tevgeriya ye. Ji ber vê di dîmenan de xuya nake. Mûstafa ev bûyer bi plan pêk aniye.”