Namzetên mûxtarên jin hatin danasîn

  • jin
  • 16:06 17 Mijdar 2018
  • |
img
MANÎSA - Meclîsa Jinan a Manîsa, di serlêdanan namzetên hilbijartina herêmî de, 7 namzetên mûxtarên jin dan nasandin.
 
Meclîsa Jinan a Manîsayê, berî Hilbijartina Îdarî ya Taxan a 31’ê Adara 2019’an, 7 jinên ji bo namzetên muxtarên 7 taxan serlêdan kirin, dan nasandin. Meclîsa jinan ji bo vê yekê taşê da. Namzetên jinan, rêveberên  HDP’ê û CHP’ê beşdarî xwarana taştê bûn. 
 
Namzeta Mûxtara Lalelî ya Manîsayê Yadigar Şahîn di taştê de axivî û wiha got: “Li tevahiya  Tirkiyeyê 31 hezar û 963 tax, 18 hezar û 329 gund û 50 hezar û 292 mûxtar hene. Piraniya van zilamin. Bi destê zilaman şêwe didin pergalê. Dinava hejmara heyî de 1,3 jin hene. Hemû qad bi vî awayîne. Ji bo ku em vê newekheviyê ji holê rabikin, me xwest em ji mûxtartiyê dest pê bikin.”