Berdevka Meclîsia Jinan a HDP'ê Taşdemir: Em jin bi hevre tên hesab bipirsin

  • jin
  • 09:41 17 Mijdar 2018
  • |
img

ENQERE - Rêxistina HDP'ê ku lez dide xebatên hilbijartina rêveberiyên herêmî, hewl bide bi îtîfaqa jinan, reng û vîna jinê di siyasetê de çalak bike. Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Dîrayet Dilan Taşdemîr, li ser xebat û amadekariyan got: "Em dixwazin di hemû mekanizmayên siyaset û jiyanê de reng û vîna jinê jî hebe. Ji ber vê yekê em hemû jin bi hevre tên." 

 
Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), hefteya borî bi rojeva Hilbijartina Rêveberiyên Herêmî kom bûn. Di civînê de li ser vîna jinê ya di nava siyasetê de niqaş kirin. Diyar kirin ku dê vîna jinê li kolan, kuçe, tax navçe û bajaran bidin xuyakirin û ji bo vîna jinê li her derê çalak bikin tê têbikoşin. Meclîsa Jinan, bi minasebeta 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya li Ser Jinan jî plansazî amade kirin. Meclîsa Jinan beriya hilbijartina herêmî xwe amade dikin ku îtîfaqa jinan ava bikin. Têkildarî xebat û amadekariyên xwe yên hilbijartinê û 25'ê mijdarê Endama Meclîsa Jinan a HDP'ê Dîrayet Dîlan Taşdemîr nirxandin kir. Dîlan Taşdemîr, diyar kir ku jin di rêveberiya herêmî û şaredariyê de 20 salin xwedî tecrûbe û zanîn in û wiha got: "Zext û tundiya dewletê li dijî vê zanîn û tecrûbeyê ye. Dewletê serkeftî û destkeftiyên jinan kirin hedef û êrîşî nirxên jinê kirin. Em dê li dijî van êrîşan di rêveberiyên heremî de ji nûve şaredariyan bi dest bixin û destkeftiyên xwe ji wan bistînin."  
 
‘JIN DÊ LI DIJÎ POLÎTÎKAYÊN ZAYENDÎPARÊZ XWE BI RÊXISTIN BIKIN'
 
Daşdemîr, anî ziman ku ji bo jinan rêveberiyên herêmî girîng in û wiha got: Li dijî sazibûna nijadperest û faşîst, avakirina demokrasiyê girîng e. Rejîm bi polîtîkayên zayendîparêz xwe motîve dike. Em dê li dijî van polîtikayên AKP'ê yên hişmendiya mêrê serdest, di hilbijartina rêveberiyên herêmî de ji nûve li herêmê demokrasiyê biparêzin û xwe bi rêxistin bikin. Li dijî siyaseta navendîparêz û înkarê, em dê siyaseta demokratîk, aştiyane, wekhev, parastin û azadiya rengên cuda, nasnameyên cuda û baweriyên cuda biparêzin." 
 
‘EM DÊ AQIL Û FERASETA MÊR BIGUHERÎNIN' 
 
Taşdemîr, destnîşan kir ku şaredarî ji bo jinan ne tenê cih, erk û sazî ye û wiha lê zêde kir: "“Em armanc dikin ku li dijî hiş û aqilê mêr ê jinê dîl digire, davêje hepsê, bedenawê teşîr dike, êrîşî destkeftiyê jinan dike û tune dike, têbikoşin û vî aqil û feraseta mêr rawestînin û biguherînin. Em dê kolan bi kolan, tax bi tax, bigerin û jinê di nava siyasetê de çalak û teşwik bikin. Em dê hemû jinan dawetî têkoşînê bikin. Ji muxtar heta hevşaredariyê di hemû mekanizmayan de vîna jinê çalak bikin û bidin xuyakirin."  
 
JIN TÊN HESAP BIPIRSIN
 
Taşdemîr, destnîşa kir ku jin tên hesab bipirsin û wiha bi dawî kir: "Ez tenê qala îtîfaqa namzetiyê nakim. Feraseta me ya îtîfaqê, îtîfaqa raman û tekoşînê ye. Devî hemû cudahiyên xwe em dê di nasnameya jinê de bibin yek. Em dê di nasnameya jinê rengê jinê de bibin yek û siyasetê pêş bixin. Ji ber ku em jin in em rastî êrîşan tên. Ji ber vê yekê divê em hemû jin bibin yek û bi hevre mafê xwe biparêzin. Rastiyek heye dema jin tev li rêveberiya bajar bibin, dê demokrasiya rastîn pêş bixin. Jin dê divê serdemê de vîn, gotin û hêza xwe bidin nîşan. Jin dê bi avakirina îtîfaqa jinan rêxistina xwe bi hêz bikin. Jin dê li herêmê bibin yek û tev li rêvberiyên herêmî bibin. Em dê di 1-2'ê Kanûnê de bi tevlêbûna hemû pêkhateyên jinan li Amedê kom bibin û têkoşîna herêmî bi rêxistin bikin  pêş bixin. Di hefteya duyemîn a Kanûnê de jî em dê li Stenbolê bi hemû pêkhateyên jinan re kom bibin. Piştre li Herêma Ege, Akdeniz, Çukurova û Anadoliya Navîn em dê civînên heremê çêkin. Em dê li kolan, tax, navçe û bajaran xwe çawa bi rêxistin bikin? Li ser vê mijarê niqaş bikin. Em dê niqaş bikin û xwe bi rêxistin bikin." 
 
DÊ HEFTEYEKÊ ÇALAKIYAN LI DAR BIXIN
 
Taşdemîr, têkildarî 25'ê Mijdarê jî daxuyand ku dê çalakiyên wan di 18’ê Mijdarê de dest pê bikin û heta 25’ê mijdarê berdewam bikin û wiha bi dawî kir: "Çalakiyên me dê li Tirkiye û Kurdistanê hefteyekî berdewam bikin. Me li gelek bajaran takvim diyar kir. Em dê panel, meş û daxuyaniyan bidin. Jin bi komkujiyê re rû bi rû ne. Em dê van polîtîkayen komkujiya jinan teşîr bikin. Ji bo vê yekê jî pêdivî bi yekîtî û tekoşîna hevpar a jinan heye. Jin bi hovane tên qetilkirin. Li dijî vê yekê pêdivî bi têkoşina îsyana jinan heye. Em dê bi dirûşmeya “Li dijî hişmendiya mêr û dewletê, bijî piştevaniya jinan" dakevin kolanan. Em dê li dijî tundiya dewlet û mêr ku ji aliyê faşîzma AKP-MHP'ê ve tê pêşxistin berxwedana xwe xurt bikin. Jin di parastina azadiya xwe de bi israr in." 
 
MA / Berivan Altan