'Ji bo dawî li şidetê bê divê feraseta heyî biguhere'

  • jin
  • 09:26 17 Mijdar 2018
  • |
img

MÊRSÎN - Parêzere Azîze Kûrnaz diyar kir ku ji bo dawî li şideta li hemberî jinê bê, ji normên hiqûqî bêtir divê feraseta ev yek di xwe de dihebîne bê guherandin. 

 
Li gorî daneyên Platforma Em ê Cinayetên Jinan Rawestînin; di 10 mehên sala 2018'an de 363 jin ji aliyê mêran ve hatin kuştin. Hevseroka Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Mêrsînê Parêzer Azîze Kûrnaz, bal kişand ser zêdebûna cinayetên jinan û qanûnên heyî yên dibin sedema evan pêkanînan. 
 
Parêzer Kûrnaz, diyar kir ku di avaniya dewletê ya li ser feraseta zilam rabûye, di dîrokê de jin tim bi zilm û îşkenceyê re rû bi rû mane û got: "Wisa difikirim ku cinayetên jinan ên di demên dawî de jî berdewamiya vê dîroka şaristaniyê ne. Her ku otorîteya dewletê ya li ser asasên feraseta zilam radibe xurt dibe, qada jiyana sivîl teng dibe û ruhê otorîteyê sîrayetî hemû qadên jiyanê dikin. Cinayetên jinan ên îro pêk tên jî ji ber ruhê vê otorîteyê ye ku hiqûqê nas nake, her derî talan dike." 
 
‘QANÛNÊ PÊK NAYNIN' 
 
Kûrnaz bal kişand ser qanûnên li Tirkiyeyê û destnîşan kir ku qanûnên heyî jinan naparêzin û got: "A rast sererastkirinên ji bo mafên jinan ên di hiqûqa pozitîf de rast pêk bên, wê bia wayekî qismî şidetê asteng bikin. Lê belê ji ber feraseta zilam ev yekê pêk tîne, pirsgirêk nayên çareserkirin kûrtir dibin." 
 
Kûrnaz,  destnîşan kir ku ji bo dawî li şideta li hemberî jinê bê, ji normên hiqûqî bêtir divê feraseta ev yek di xwe de dihebîne bê guherandin. Kûrnaz got: "Wisa difikirim divê fîgura dê-bav a li nav malê, bîrbiriya der barê zarokê kur-zaroka keç de bên sererastkirin. Her wiha ji bo dawî li şideta jinê bê sererastkirineke din jî, divê di mufredata perwerdehiyê de zayend acivakiyî û rolên wê cih bigirin û ev yek pêk bê." Kûrnaz, diyar kir ku eger ev yek pêk neyên dê pirsgirêk çareser nebe. 
 
MA / Cemil Ugur